Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ilhan Taşçi, endamê Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonan(RTUK), cezayên ku Lijneya Bilind di nava salê de li kanalan biriye amade kiriye.
Li daneyên ku Taşçiyî amade kiriye RTUKê di sala 2022an de bi qasî 17 mîlyon û 335 hezar lîre weke ceza 54 caran li Halk TV, TELE 1, KRT TV, Fox TV û Flash TVyê biriye.
Her weha Lijneya Bilind bi qasî mîlyon û 674 hezar lîre jî weke 4 ceza li TGRTê, Beyaz TV û ATVyê biriye.
RTUKê di nava sala 2022an de 23 ceza li Halk TVyê, 16 TELE 1, 6 KRT TV, 4 Fox TV, 4 car Flash TV, bi giştî 54 ceza biriye.
Her weha RTUKê 2 car TGRT, carek Beyaz TV û carekê jî ATV ceza kiriye.
RTUKê di sala 2022an de çi ceza li A Haberê, Ulke TV, Kanal 7, TV Net û TV 24ê nebiriye.(RT/AY)