Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonan(RTUK) ji ber weşanên erdhejê ceza li li Halk TV, TELE1 û FOXê biriye.
RTUKê ji ber weşanên erdhejê yên Halk TV û TELE1ê 5 caran cezayê rawestandina bernameyê û cezayê pereyê edlî li wan biriye. Her weha li FOX TVyê jî cezayê pere biriye.
Endamê RTUKê yê CHPyê Îlhan Taşçi li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî daye û wiha bertek nîşanî RTUKê daye û gotiye
"Rênedayîna heqîqetê û qutkirina qerîna bi hezaran welatiyên me şerm e, sûc e û îxaneta li rojnamegeriyê ye."
Endamê RTUKê Okan Konuralp jî li ser hesabê xwe yê Twîtterê bertek nîşanî cezayan daye û gotiye:
“ Îradeya siyasî ya ku bi cezayên RTÛKê hewl dide azadiya çapemeniyê bifetisîne, di nava sûcê de ye.”(HA/AY)