Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonê(RTUK), bi hinceta ku prensîbên “bêalîbûn, rastî û durustiyê” binpê kirine, cezayê pereyan ê îdarî li Sozcu TV û KOZA TVyê birî.
RTUKê ji ber nirxandinên li ser girtina Murat Agirel ku di bernameya bi navê “Simge Fistikoglu ile İyi Ki Hafta Sonu” de hatibûn kirin ceza li Sozcu TVye birî.
KOZA TV jî bi wê hincetê hate cezakirin ku di bernameya “Doğrusunu İstersen” de, îdiayên parlamenteran ên li ser lêpirsîna fonê ji aliyê pêşkêşvan ve nehatine sererastkirin û hatine pejirandin.

RTUKê cezayê erdhejê li Halk TV, TELE1 û FOXê biriye
Endamê RTUKê Tuncay Keser ê ku bertek nîşanî biryarê da û got:
“Astengkirina malperan û cezakirina li dû hev a televîzyonan, mafê gel ê wergertina agahiyan û azadiya çapemenî û derbirînê tengav dike. Cezakirina nêrînên di bernameyan de li dijî prensîba piralîbûnê ye.”
(EMK/AY)






