Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ilhan Taşçi, Endamê Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonê(RTUK) ragihandiye ku wan ceza li Halk TV, TELE 1 û FOX TVyê biriye.
Endamê RTUKê Îlhan Taşçiyî cezayên ku RTUKê li kanalan biriye li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kiriye. Taşçiyî diyar kiriye ku bernameya 'Medya Mahallesî' ya li Halk TVyê tê weşandin bi îdiaya ku "bi mîmîkan pesnê terorê daye", 3 caran cezayê “rawestandinê" lê hatiye birîn.
Taşçi gotiye, "RTUKê bi cezakirina du weşanên cuda yên heman bernameyê di dîrokên cuda de rekora xwe şikandiye."
Taşçi daye zanîn ku wan ji ber gotinên Berdevka TÎPê Sera Kadigîl ku Îlker Karagoz di FOX TVyê de mazûvantiya wê kiribû, yên ji Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re gotibû, “Ger tenê rojek biçe bazarê wê ji vê gotina xwe şerm bike” ji sedî 3 cezayê îdarî li FOX TVyê birîye.
Prof. Dr. Emre Kongar û Gerînendeyê Weşana Giştî yê TELE1ê Merdan Yanardag, cezayê girtîgehê yê ku Ekrem Îmamoglû, Şaredarê Stenbolê hatibû birîn weke "derbaya li dijî vîna gel" nirxandibûn. Ji ber vê yekê li TELE 1ê ji sedî 3 cezayê îdarî hatiye birîn.
(RT/AY)