Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonê (RTUK) ceza li FOX TV û Halk TVyê birî ye.
RTUKê di daxuyaniya xwe de bibîr xistiye ku, di bernameya “Qada Gel a bi Ugur Dundarî” re de Mujdat Gezenî gotiye “Binêre Recep Tayyîp Erdogan, tu nikarî welatparêziya min, ya me bipîve, ne heddê te ye” û Metîn Akpinarî jî gotiye, “Dibe ku serokê te bi lingan ve daliqînin, dibe ku di mahzenan de bi jehrê bê kuştin”.
RTUKê gotiye, ji ber ku gotinên hatine kirin sînorên rexneyê derbas kirine, civak ber bi kîndarî û dijminatiyê ve dibe, ji sînorê herî jor ceza li Halk TVyê hatiye birîn. Li gorî vê wê programa navborî pênc caran neyê weşandin û dîsa ji sînorê herî jor cezayê pereyan li wan hatiye birîn.
Ceza li programa ku Yilmaz Ozdîlî beşdar bûye jî hatiye birîn
Di daxuyaniya RTUKê de hatiye destnîşankirin ku dîsa di programa navborî de, Yilmaz Ozdîlî gotiye, “Heke ku Tayyîp Erdoganî tenê bi carekê jî bîra vexwariba, wê îro Tirkiye gelekî baştir bûye” û ev gotin gel teşwîkî vexwarina alkolê dike. Ji ber wê jî biryar hatiye dayîn ku sê caran program neyê weşandin û ji sinorî herî jor cezayê pereyan bê birîn.
Saziyê ji ber gotinên Fatîh Portakal, Pêşkêşkarî Bultena Nûçeyên Êvarê yê FOX TVyê gotiye, “De ka wer in im ji bo çalakiyeke aştiyane xwenîşandanê bikin, em zeman protesto bikin, zema gaza sirûştî. De ka werin. Em bikin. Gelo em ê karibin bikin?” biryar girtiye ku sê caran bername neyê weşandin. Dîsa ji sînorê herî bilind, cezayê pereyan li kanalê hatiye birîn.
Li gorî daxuyaniya RTUKê ji ber programa “Nasıl Yanî?” ya Ulusal 1ê û “MasterChef Türkiye2 ya TV8ê ceza li van kanalan hatiye birîn. (EMK/FD)