Fotograf: AA (Arşîv)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (RTC/WHO) gotiye, karantîna û tedbîrên din werin sistkirin wê pandemiya Covîd-19ê hê jî zêdetir belav dibe.
Dr. Mîcheal Ryan, Şefê Rewşa Lezgîn a RTCyê aşkere kiriye û gotiye, “Dawî li şewbê nehatiye, niha li gelek welatan belav bûye û berbi asta herî jor diçe”
Tedros Adhanom Ghebreyesus, Dîrektorê Giştî yê RTCyê destnîşan kiriye û gotiye, li cîhanê cara yekem di 3 mehan de 1 mîlyon kes bi nexweşiyê ketine. Lê vê cara dawiyê di 8 rojan de 1 mîlyon kes bi nexweşiyê ketine ango derketina li 8 mîlyonî ji bo 9 mîlyonî di 8 rojan de pêkhatiye.
Hejmara pêketiyan ji 9 mîlyonî derbas bûye
Li gor malpera Worldometerê ya daneyên Covîd-19ê berhev dike, li tevahiya cîhanê heta niha 480 hezar û 435 kes ji ber nexweşiyê mirine, 9 milyon û 385 hezar û 69 kes pêketiye.
Li Tirkiyeyê li gorî daneyan heta niha test ji bo 3 milyon û 29 hezar û 635 kesan çêkirine. 190 hezar û 165 kes nexweş ketine. 5 hezar û 1 kes bi Covîd-19ê mirine.
Hejmara pêketî û miriyan herî zêde li DYAyê ye
Li DYAyê heta niha 2 mîlyon û 424 hezar û 492 kes bi Covîd-19ê ketine, 123 hezar û 476 kes jî pê mirin e. (PT/AY/FD)