Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas(RSF) di Roja Cezanekirina Sûcên li dijî Rojnamegeran(2ê Çiriya Paşiyê) de, lîsteya ‘’Dijminên Azdiya Medyayê’’ belav kir. Navê Recep Tayyîp Erdoganê serokkomar jî di lîsteyê de ye.
Di sala 2002ê de navê Serokerkanê Leşkerî yê Tirkiyeyê, Huseyîn Kivrikoglûyî jî di heman lîsteyê de cih girtibû.
Di lîsteyê de navê 35 serok, rêberên dînî, sîyasetmedar û serokên rêxistinan hene ku ew kes sansûr û îşkenceyê li rojnamegeran dikin, wan dide girtin û dikujin.
Erdogan, Sîsî, Esad, Pûtîn, DAIŞ...
Di lîsteyê de digel Erdoganî, ev nav jî hene: Beşar Esadê serokê Sûriyeya berê, DAIŞ, serokê Rûsyayê Viladimir Pûtîn, Serokê Misirê Evdilfetah el Sîsî.
RSFyê di heqê Erdoganî de ev agahî dane.
*Teknîka êrîşa wî: Dîktatorîyeka hişk ya di bin nîşandana demokrasîyê de. Erdogan ji medyayê hez nake. Ew dixwaze medya guhdar be û pesnê wî bide. Bi Qanûna Heqareta li Erdoganî û Qanûna Berxwedana li dijî Terorî, medyayê berteref dike.
*Di lîsteyê de armancên ‘’favorî’’ yên Erdoganî wek ‘’medyaya nêzîkî tevgera kurdan’’, medyaya Gulen-gir, medyaya çep-gir, laîq û neteweperest hatiye nivîsîn.
RSF ji sala 2001ê ve lîsteya ‘’Dijminên Azdiya Medyayê’’ amade dike.(EA/MB)