Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rojnamegerên Sînornenras cara pêşiyê di sala 2016an de lîsteya “Dijminên Azadiya Çapemeniyê” weşandibû. Di vê lîsteyê de ew serokên dewlet û hikûmetan hene ku zext û zor li çapemeniyê dikin.
Ji cîhanê 37 serokên dewlet û hikûmetan di vê lîsteyê de cih girtine ku Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) jî heye. Her weha Victor Orban, Serokwezîrê Macarîstanê bûye yekem serokê welatekî Yekîtiya Ewropayê ku di vê lîsteyê de cih girtiye.
Li gorî krîterên RSFyê kesên “azadiya çapemeniyê bêmerhamet diçewisînin û hewl didin ji holê rakin” dikevin vê lîsteyê.
“Erdogan zilmê li rexnegirên xwe dike”
RSFyê her weha diyar kiriye ku bê ka ev naw ji bo çi ketine nava vê lîsteyê. Li gorî daxuyaniya RSFyê, Erdogan “Hez dike ku medya serî bitewîne û bêdeng be, pesnan bide. Bi yasaya berfireh a terorê ya rê li ber hemû xêrxwaziyan vedike u ‘heqareta li Serokomarî’ zilmê li rexnegirên xwe vedike. Bi amûrên cida yên siyasî û ekonomîk hema hema hemû komên medyayê yên berbiçav (bi taybet kanalên televizyonê) kontrol dike. Hewldana derbeyê ya Tîrmeha 2016n û pêkanîna rewşa awarte, fersendeke wiha xiste destê wî ku bi vê re hejmareke gelekî zêde rojnameger daye girtin û zêdetirî 100 rojname, kovar, kanalên TVyê û îstasyonên radyoyê daye girtin.”
RSFyê her weha diyar kiriye ku Erdogan, ji hemû derdoran ên mixalifên xwe rojnameger û saziyên medyayê yên çepgir, ên piştgiriya tevgera kurdan dikin, alîgirên Gulenî, sekuler an jî netewperest ji xwe re kirine hedef, pasaportên wan li gor kêfa xwe betal kiriye, demeke kurt be jî rojnameger desteser kirine û malperên înternetê sansur kirine.
Erdogan di lîsteya 2016an a RSFyê de jî cih girtibû ku ya dijminên azadiya çapemeniyê bû. Tirkiye di Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî ya 2021an a RSFyê de, di nava 180 welatan de bûbû welatê 153yan.
Navên ku di lîsteyê de ne ev in: |
|
(HA/FD)