Fotograf: Kurtuluş Arı
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rojnamegerên Sînornenas (RSF) derbarê Tirkiyeyê de daxuyaniyek weşandiye. RSFyê tundkarî û tacîza hêzên asayişê yên li dijî rojnamegeran pêk tînin, şermezar kiriye.
RSFyê bang li Wezareta Karûbarên Navxweyî kiriye û gotiye, bila polîs tundkariya li dijî rojnamegerên bûyerên civakî dişopînin bidawî bikin.
Saziyê, biryarên Dadgeha Destûrî yên derbarê vê mijarê de dane, bibîr xistiye.
Onderoglû: Divê ev hînbûniya nebaş bidawî bibe
RSFyê diyar kiriye ku ji Kanûna Paşiyê ya 2021ê heta niha li Tirkiyeyê, hêzên asayişê tundkarî bi kêmanî li 37 (13 jê jin) rojnamegeran kiriye. Digel ku rêxistinên pîşeyî giliyên wan dikin, midaxeleya polîsan a li dijî rojnamegeran berbelav e.
Nûnerê RSFyê yê li Tirkiyeyê, Erol Onderoglûyî di daxuyaniyê de gotiye: “Helwesta rijd a Wezareta Karûbarên Navxweyî ya li dijî biryarên Dadgeha Destûrî ku bi tenê li dijî van biryaran derdikeve, rola rojnamegeran lawaz dike. Nayê qebûlkirin ku di dema her xwepêşandanê de êrîşî medyakaran bikin û ew bi biryarên kêfî werin girtin. Divê ev hînbûniya nebaş bidawî bibe.”
RSFyê her weha behsa rojnameger Gokhan Bîçîcî, Beyza Kûral û Erdal Îmrekî kiriye ku polîsan tundkarî li wan kiribûn û ji ber wê doz li polîsan hatibûn vekirin. (HA/FD)