Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) ji ber birîndarbûna Mûstafa Yalçin, nûçegîhanê Ajansa Anadolûyê û 12 rojnamegerên din giliyê polîsên frensî kiriye. Mûstafa Yalçin 5ê Kanûna Paşiyê di dema xwenîşandanên reforma teqawidiyê de bi bombeya destan a plastîk a polîsan ve birîndar bûbû. Çavekî Aslanî di dema vê bûyerê de rijiya bû. Polîsan her weha di dema xwenîşandanên tevgera “êlegzeran” de tundkarî li 12 rojnamegeran kiribûn û rojnameger birîndar bûbûn.
RSFyê giliyê polîsan li gel Serdozgeriya Komarî ya Parîsê kiriye. Rojnamegerên birîndar bûne diyar kirine ku polîsên frensî, “Bi zanebûn tundkarî li wan kiriye û kesên ji otorîteya civakê berpirsiyar, ziyan gîhandine malê misogerkirî û kesan.”
Rojnamegeran gotiye her weha di dema bûyeran de kaskên wan û bazbendên wan hebû û nebûne sedema ti rewşeke xirab, lê digel vê rastî tundkariyê hatine.
Deloire: Divê bên dadgehkirin
Christophe Deloire, Sekreterê Giştî yê RSFyê di dema gilîkirinê de axiviye û gotiye; “Îro ji bo ev tundkarî were cezakirin û fail ji bir kiryarên xwe werin dadgehkirin, ew giliyê wan dikin.”
Di 6 mehan de 54 rojnameger birîndar bûne
Li gorî rapora RSFyê di şeş mehên tevgera “êlegzeran” de polîsan 12 jê bigiranî, 54 rojnameger birîndar kirine.
Di Gulana borî de 350 dezgehên medyayê û rojnamegeran tundkariya polîsan a li ser rojnamegeran bi çalakiyekê protesto kiribûn.
Fransa di lîsteya azadiya çapemeniyê ya RSFyê de di rêza 32yan de ye. (HA/FD)
Çavkanî: RSF, Dengê Amerîkayê