Komên berxwedanê yên Filistînê li dijî Îsraîlê êriş dabûn destpêkirin û li hember van êrişan Îsraîlê jî êrişî Fîlîstinê kir û di encamê de 2 rojnameger hatin kuştin. Kuştina rojnamegeran li seranserê cîhanê deng veda.
Du rêxistinên ku ji bo azadiya derbirînê û mafên rojnamegeran dixebitin; Rojnamegerên Sînornenas (RSF) ku navenda wê li Parîsa Fransayê ye û Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) ku navenda wê li New Yorka DYAyê ye, kuştina rojnamegerên wêneyan ên Filistînî Îbrahîm Lafî (Ain Media) û Muhammed el-Salihî (Ain Rabî’a) şermezar kirin.
Herdu saziyan daxuyaniyên ji hev cûda dane û di daxuyaniyên xwe de xwestine di şerê Îsraîl û Filistînê de ewlekariya rojnamegeran bê sazkirin.
Koordînatorê bernameya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê yê CPJê Şerîf Mensûr diyar kir û got, "Artêşa Îsraîlî divê hemû tedbîran bigire ji bo ewlekariya rojnamevanên ku şerê Îsraîl û Xezeyê dişopînin."
RSFê jî tundkariya li dijî rojnamegeran şermezar kir û got: "Em bang li rayedarên Îsraîl û Filistînê dikin ku parastina rojnamegeran bikin."
Îsraîlê di 22 salan de 20 rojnameger kuştine
Li gorî rapora CPJê ku di Gulana 2023an de hat weşandin, artêşa Îsraîlê di 22 salên dawî de 20 rojnameger kuştine. Heta îro yek leşker jî ji kuştina rojnamegeran berpirsyar nehatiye dîtin.
Îsraîlê herî dawî nûçegihana Al Jazeerayê Şîrîn Ebû Akile ku nûçeyên li kampeke penaberan a li Şerîeya Rojava dişopand di sala 2022an de kuşt.
(HA/AY)