Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas(RSF) rapora li ser rojnamegerên di sala 2016ê de hatîn girtin, winda bûyîn an jî dîl(êxsîr) bûyîn eşkere kir.
Li gor raporê li hemî dinyayê 348 rojnameger di girtîgehan de ne, nêzîkî 100 ji wan li Tirkiyeyê hatine girtin. Ji rojnamegerên li Tirkiyeyê di girtîgehê de ne, ya kêm 41 rojnameger ji ber karên xwe yên rojnamegeriyê hatine girtin.
Rojnamegerên girtî
Li gor raporê,
*Li gor sala 2015ê di sala 2016ê de hejmara rojnamegerên girtî 6 zêde bûye.
*Welatê herî zêde rojnameger kirine di girtîgehan de Tirkiye ye. Ji bilî Tirkiyeyê li Çînê 103, li Sûriyeyê 28, li Misirê 27 û li Îranê 24 rojnameger di girtîgehan de ne.
*187 rojnamegerên girtî rojnamegerên profesyonel in. 146 namegerên girtî rojnamegerên serbixwe ne. 15 ji wan jî xebatkarên medyayê ne.
*Li hemî dinyayê 21 jinên rojnameger di girtîgehan de ne.
Jean Bigimana, rojnamegerê winda ye
*RSFyê tespît kiriye ku di sala 2016ê de, rojnamegerek winda bûye. Jean Bigimana ji Bûrûndîyê ye û ji 22yê Tîrmehê ve winda ye. Bigimanayî ji bo Iwacu û Infos Grand Lacsyê kar dikir. Cara herî dawiyê digel xebatkarên îstixbarata Muramviyayê hatiye dîtin. Rayedaran pêşiyê qebûl kirin ku Bigimana hatiye desteserkirin paşê red kir.
Rojnamegerên dîlgirtî
*Di 2016ê de 44 rojnamegerên profesyonel, 3 rojnamegerên serbixwe û 5 xebatkarên medyayê dîl hatine girtin.
*26 rojnameger li Sûriyeyê, 16 li Yemenê û 10 li Iraqê hatine dîl girtin.
*DAIŞê 21, Hûsîyan 15 û El Qaîdeyê 3 rojnameger dîl girtine. 13 rojnameger hatine dîlgirtin lê nayê zanîn ka kê dîl girtine.
Ji bo xwendina hemîya raporê li vê derê bitikîne.(EA/MB)