Dezgeha Enerjiya Nukleerî ya Dewletê ya Rûsyayê Rosatomê ragihand ku şewata ku di sîstema sarkirinê ya Santrala Nukleerî ya Zaporijyayê (NGS) de derketibû, jê beşekî girîng hat vemirandin.
Di daxuyaniya ku Rosatomê daye ajansên Rûsî de hatiye diyarkirin ku ji ber êrîşa Ukraynayê ya bi balefirên bêmirov (ÎHA), di sîstema sarkirinê ya NGS ya Zaporijyayê de şewat derket.
"Terorîzma nukleerî"
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku şewat di encama êrîşekê de çêbûye û xisareke mezin gihandiye sîstema sarkirina santralê û her weha beşeke mezin a şewatê hatiye vemirandin û weha hat gotin, "Ev bûyer terorîzma nûkleerî ya rayedarên Ukraynayê ye û divê bi vî awayî were binav kirin."
Waliyê Herêma Zaporijyayê Yevgeniy Balitskiy jî di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku şewat di bin kontrolê de ye û çi xeteriyek li ser herêmê tune ye.
• Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy gotibû ku şewat bi destê Rûsyayê hatiye derxistin.
Santrala Nukleerî ya Zaporijyayê ya li başûrê rojhilatê Ukraynayê santrala nukleerî ya herî mezin a Ewropayê ye.
Santral, di Adara 2022an de, piştî destpêkirina dagirkirina Ukraynayê, ket bin kontrola Rûsyayê. Li derdora santrala ku niha di bin kontrola artêşa Rûsyayê de ye êrîşên bi top û balafirên bêmirov didomin, Ûkrayna û Rûsya li ser mijara êrişê hevdu sûcdar dikin.
(TY/AY)