Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Helbestvan, nivîskar û endamê Partiya Karkerên Sosyalîst a Şoreşger Ronî Margulîes ku duh koça dawî kiribû, dê sibê (21ê Tîrmehê) were definkirin.
Merasîma definkirina cinazeya Margulies dê sibê saet di 13.00an de li Goristana Cihûyan a Kilyos pêk were. Merasîma bîranînê jî di 22ê Tîrmehê roja Şemiyê saet di navbera 17.00-19.00 de li Navenda Çalakiyên Çandî ya Aynaligeçîtê wê bê lidarxistin.
Nivîskar di 5ê Gulana 1955an de li Stenbolê hatiye dinê, xwendina xwe ya seretayî û navîn li Şîşli Terakki û High Schoolê qedandiye. Wî di sala 1972an de Koleja Robertî qedandiye.
Di warê bîranîn, werger, edebiyat, siyaset û dîrokê de pirtûkên wî hene, bi piranî pirtûkên helbestan e.
Nivîskarê ku di heman demê de xwediyê gelek gotarên kovar û rojnameyan e, di navbera salên 2009-2013an de di rojnameya Tarafê de qunciknivîskar bû.
(AO/AY)