Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Ji aliyê herêma DAIŞ serdest a Sûriyeyê ve, ji Babê rokêtek hat berdan, 5 zarokên emrê wan di navbera 5-11ê de birîndar bûn. Rewşa zarokekê/î xerab e.
Hêzên Çekdar ên Tirkan(TSK) bi daxuyaniyekê da zanîn ku 8 navendên jê rokêt hatine avêtin, hatine tinekirin.
Rewşa zarokekê xerab e
Duhî siet 18:15ê rokêteka ji Sûriyeyê hatî berdan li dîwarê dibistaneka Kilîsê ketiye. Zarokên bi navê M.Y. (11), M.N.S. (9), H.S. (5), M.D.K. (8) VE K.H. (10) birîndar bûne.
Du rokêt jî li zeviyên beyar yên taxa Ekrem Çetînî ketine.
Ji 18ê Kanûna Paşiyê ve bi 85 rokêtên ji Sûriyeyê hatîn berdan, 21 welatî mirine.(ÇT/MB)