Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di meha Hezîranê de, Polîsên Federal ên Awistiralyayê bi ser ofîsa Sydneyê ya kenala dewletê Australian Broadcasting Corporation (ABC) û mala rojnamevanekê ku li News Corp Australia dixebite de girtiye.
Di dema serdegirtinê de, bi hêceta "xetereya ewlehiya neteweyî çêdike" lêkolîn li ser gelek dosyeyên nepenî hatiye kirin..
Hemî rojnameyên hevrik gihane hev
Piştî dewletê bi hêceta ewlehiya neteweyî bi ser rojnameyan de girtî rojname gihane hev.
Bi biryareka hevbeş, îro rojnameyên Awisturalyayê, rûpelên yekem "reş kirin" û bi vê yekê hukûmet protesto kiriye.
Nerazîbûn zêde dibin
Medyaya Avusturalyayê diyar dike ku bi yasayên ewlehiyê rojnamegeriya lêkolînî dimire.
"Ma ew hewl didin çi veşêrin?"
Michael Miller, Serokê Lijneya News Corp Australia, yek ji dezgehên ragihandinê yên wî welatî, li ser hesabê xwe yê Twitterê rûpelên yekem ên rojnameyên sansûrkirî parve kir.
"Her dema ku hukûmet sînorekê nû ji bo rojnamevanan çêdike divê Awistiralya ji xwe bipirse: Gelo ew hewil didin çi ji min veşêrin? "
"Ji bo demokrasîya Awisiuralyayê"
Lisa Davies, edîtora Sydney Morning Heraldê gotiye "ev kampanya ne ji bo rojnamegeran, lê ji bo demokrasîya Awistiralyayê ye.”
Senator, Sarah Hanson-Youngê endamê Partiya Keskan, gotiye:
"Rastî ev e ku yên ku hêza wan heye, ji bo hêza wan ji destên wan dernekeve hewil didin, mafê agahîstandinê yê gelî asteng bike.”
(PT/MB)