Xwediyê îmtiyazê yê rojnameye Xwebûnê Kadrî Esen û edîtora rojnamê Medya Bal, derbarê rojnameyê û kevneşopiya wê de axivîn.
Di qada çapemeniyê de weşana bi zimanê kurdî xwedî dîrokek ji sed salan zêdetir e. Lê belê ji ber ku Kurd ne xwedî statuyek in him ziman him jî çapemeniya wan îro ne di astekî berfireh de ye.
Ji yekem weşana bi kurdî Rojnameya Kurdistanê hetanî neha çapemeniya kurd rastî zext û pêkûtiyan tên. Taybetî jî ji salên 1990an vir ve zordariya li ser çapemeniya Kurdan her diçe girantir dibe. Yek ji van saziyê çapemeniyê jî Azadiya Welat bû. Azadiya Welat, li Tirkiyeyê û herêmê duyemîn rojnameye kurdî ya rojane ye. Di 26ê Sibata sala 1994an de wekî heftane dest bi weşanê kir. Ji sala 2006an şûnve jî wekî rojane weşana xwe berdewam kir. Lê belê rojname, di sala 2016an de bi KHKê hat girtin.
Rojname, piştî girtinê bi navê Welat berdewam kir. Heman demê de jî dest bi weşana dîjîtal kir. Piştî ku çapxaneya rojnameya Welat dewrê qeyûm bû, weşana rojnamê jî hat rawestandin. Herî dawî, di meha qanûna sala 2019an de ye rojnameya Xwebûnê dest bi weşanê kir û hêjî weşana xwe didomîne. Rojnameya Xwebûnê ya ku di ev rojan de salvegera damezrandina wê ye wekî heftane tê çapkirin lê ji ser malpera rojnamê weşana dîjîtal a rojane tê kirin.
Xwediyê îmtiyazê yê rojnameye Xwebûnê Kadrî Esen û edîtora rojnamê Medya Bal, derbarê rojnameya xwe de axivîn û agahiyan dan. (MAK/AY)