Ji bo nûçeya Tirkî
Rojnameya Evrenselê 22 salî ye.
Derbarê mijarê de îro di rojnameyê de nivîsareke hat weşandin û wiha hat gotin: ‘Me heta îro xwest ku li ser şopa heqîqetê û bi awayekî rastî gelê xwe agahtar bikin û bibin derngê bindestan. Ev armanc û hewldanên me wê ji îro şûnde jî dewam bike.’
Berpirsê Weşana Evrenselê Fatih Polat rojnameyê weke ‘dibistana kolektîf’ bi nav kir û wiha got:
‘Kesên li Evrenselê rêvebirtiyê kirine niha rûspiyên rojnamegeriyê ne. Kesên ku li rojnameyê xwe perwerde kirine jî gişkî niha rêvebir in. Evrenselê herî zêde edîtoran gihandin. Ligel vê yekê Evrenselê bi xwe jî ji tecrubeyên wan kesan gelek feydeyê wergirt. Bi vî awayî ev der dibistana kolektîf ya rojnemegeriyê ye.’
Rojnameya Evrenselê
Piştî amadehiya bi mehan hejmara yekem ya Rojnameya Evrenselê di 7ê Hezîrana 1995an de derket. Berpirsê Weşanê yê yekem Celal Başlangiç bû.
Rojnameyê bi kadroyeke ku ji 235 kesan pêk dihat, dest bi weşanê kirin.
Di hejmara yekem de, rûpela yekem ji hêla Umît Kivanç ve hat amadekirin. Kivançî di kadroya rojnameyê de nebû, lê ji bo ku hejmara yekem bighije weşanê bûbû sekreterê rojnameyê û bo hevgirtinê xebat dikir.
Di nav 22 salan de Ertugrul Kurkçu, Mustafa Sonmez, Ertugrul Mavioglu, Yurdagul Erkoca û Murat Çelikhan jî tê de gelek rojnameger li rojnamayê xebitîn.
Cezayê yekem jî ji ber nivîsa Îsmaîl Gulgeç ku di hejmara yekem de cih girti bû, li rojnameyê hat birîn.
Piştre dawî li doz û lêpirsînan nehat ji xwe.
Di 8ê Çileya 1996an de nûçegîhanê rojnameyê Metîn Goktepe piştî binçavkirinê, hate înfazkirin.
Rojname di navbera salên 1999-2000an de bi gelek dozên girtinê re rû bi rû ma.
Piştî ku rêberê PKKê Abdullah Ocalan hate girtin ji ber manşetê ya ‘Ji bo daxwaza aştiyê îdam’ rojname hate girtin û piştre bi navê Yeni Evrenselê weşana xwe domand.
Heta îro ji ber nûçeyên derbarê pirsgirêka kurd de, li dijî rojnameyê gelek doz hatin vekirin. Rojname ji sala 2001an vir ve, bi navê Gunluk Evrenselê weşana xwe didomîne.
(EA/YO)