Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Nûçegihana rojnameya Evrenselê, Cansu Pişkinê 5ê Nîsana 2018ê li ser xwendekarên Zanîngeha Bogazîçîyê nûçeyek nivîsîbû.
Sernivîsa nûçeya wê “Ji bo kesên ji Bogazîçîyê dozgerekê/a taybet hatiye erkdarkirin” bûye.
“Armanca rêxistinên terorî”
Dadgeha Cezayên Giran a 36. a Stenbolê, îro, bi sûcê “ji bo rêxistinên terorî wek armanc nîşandana karmendên dewletê” ew dad kir.
Parêzerên Pişkinê; Mustafa Söğütlü, Devrim Avcı Özkurt û Levent Pişkin bûn.
Dîwana dadkirinê:
Dadgerê Serok: Hakan Özer
Dadgerên endam: Sümeyye Nur Özparlak û Merve Akyüz
Dozger: Hasan Adalı
Îdianameya dozê, Yavuz Şahin nivîsîye. Şahinê dozger di îdianameyê de diyar kiriye ku Pişkinê di nûçeya xwe de navê dozgerê îdianame nivîsî nivîsîye û bi vî awayî ew ji bo rêxistinên terorî kiriye armanc.
“Divê doz betal bibe”
Parêzera Cansu Pişkinê, Devrim Avcı-Özkurtê diyar kiriye ku li gor qanûnan heke piştî nûçeyê di çar mehan de doz li ser nûçeyekê neyê vekirin ew doz betal dibe. Nûçe jî ji beriya çar mehan hatiye nivîsîn û divê doz betal bibe.
Cansu Pişkinê diyar kiriye ku ew gelekê mijûl e û ew dixwaze ji bo parastinê dem ji bo wê bê dayin. Li gor biryara dadgehê 25ê Adarê siet 16.30ê rûştina duyem ya dadkirinê dê bê pêkanîn.
(HA/MB)