Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
124 sal berê ji aliyê Mîqdad Mîdhed Bedirxan ve di 22yê Nîsana 1898an de li Qahîreya paytexta Misrê, rojnameya “Kurdistan”ê dest bi weşana xwe kiriye. Rojnameya “Kurdistan”ê yekem rojnameya kurdî ye û 31 hejmarê wê çap bûye.
Rojnamevanên ku têkildarî Roja Rojnamevanên Kurd axivîn, anîn ziman ku çapemeniya kurd tevî hemû astengî û êrişan jî li ser pêyan e.
Ji sala 1973'yan ve roja weşana Kurdistanê, 22yê Nîsanê, wekî Roja Rojnamevanên Kurd tê pîrozkirin.
‘Çapemeniya kurdî geş dibe’
Dîrokzan û rojnameger Îsmet Konak bi bîr xistiye ku Rojnameya “Kurdistan”ê bi giştî 31 hejmar der çûne, lê heya niha hê jî 2 hejmarên wê winda ne. Konak bi dorê behsa kovara Rojî Kurd, Hawar û yên din ên di dîroka çapemeniya kurdî de girîng in kiriye û gotiye, “Weşangeriya kurdî li derî erdnîgariya kurdan jî dewam kiriye û ji bo vê jî li ser rojnameya "Rêya Teze" ku li nav sînorên Yekîtiya Sovyetê ya wê demê der çûye.”
Konakî behsa dîroka zext û sansurê ya li ser çapemeniya kurdî jî kiriye û gotiye, “Ya rast çapemeniya kurdî tim û tim xwe pêşvetir biriye û rêya xwe domandiye.”
Kurdofobî
Konak aniye ziman ku di dîroka Tirkiyeyê de kurdofobiyek heye û gotiye: "Ev kurdofobî, li qadê her tim xwe da der. Kurdofobî, di 1925an de bi Biryarnameya Şerq Islahatê xwe da der. Ji lew re, xalên 13 û 16'an ên vê biryarnameyê têkildarî kurdî ne. Di xala 13'an de tê gotin, 'Ên kurd, lê li ber tirkan têkşikiyayî.' Di vê xalê de behsa Dersim, Amedê û bajarên din ên kurdan derbas dibe. Di xala 16an de jî tê gotin, 'Divê axaftina bi kurdî bê qedexekirin û demildest divê tirkî hînî zarokên keç bê kirin.' Meta min, şagirta Siddika Avarê ye ku ji bo tirkî bê hînkirin ew şandibûn Dersimê. Siddika Avar, muhfiza dagirkeriyê ye, ji bo wê ew şandibûn wê derê. A rast bişavtin bi awayekî encam dabû." Konak ji bo vê li ser têgiha "biyanîbûnê" ya Karl Marks sekinî û got: "Bi vê re dibin xerîbê nasnameya xwe. Ev, xizmeta hîmê netew-delwetê dike. Bi vê re bişavtin tê entegrekirin. Meta min jî yek ji van mînakan e."
Konakî destnîşan kiriye ku paradîgmaya netew-dewletê di salên 1940an de dewam kiriye û bi kampanyaya "bi tirkî biaxivin" xebatên bişavtinê dewam kirine û xala sisêyan a van xebatên bişavtinê jî di sala 1983an de, piştî 12ê Îlonê xwe daye der û ev jî qedexekirina weşanên ji xeynî tirkî bûye. Konak, bi lêv kir ku ev yek bandorek nebaş li weşangeriya kurdî kiriye û weşangeriya neteweyîbûnê ya bi Hawarê dest pê kiriye îro ro bi Ozgur Gundem, Yenî Ulke, Ozgur Ulke, Azadiya Welat, DÎHA, Ajansa Mezopotamyayê, JINNEWS, Xwebûn, Yenî Yaşamê û gelekên din didome.
Rojnameya Ozgur Ulkeyê
Rojnameger Konakî li ser zext û zoriyên ku çapemeniya kurd bi wan re rû bi rû dimîne jî sekiniye û wiha gotiye: "Li Tirkiyeyê zext û zoriyên li ser çapemeniyê tu carî kêm nebûne. Di sala 1994an de rojnameya Ozgur Ulkeyê li Stenbol û Enqereyê bi êrişên bombeyî re rû bi rû ma. Serokwezîra wê demê Tansû Çîller fermana vê yekê dabû. Nêzî 27 kedkarên Ozgur Gundemê hatin qetilkirin. Di sala 2016an de ev zextên li ser çapemeniya kurdî gihaştin asta herî jor. Ozgur Gudem, Azadiya Welat û DÎHA hatin girtin. Ev, dewama feraseta Biryarnameya Şerq Islahatê ne ku nêzî 100 sal berê hatibû avakirin. Tirk heman tirk e, tenê têla tembûrê guheriye."
"Ava behrê bi vexwarinê naqede."
Konak, destnîşan kiriye ku mekanîzmaya li hemberî çapemeniya kurdî, mekanîzmayeke pir acizker e û Celadet Alî Bedirxan ev yek di sala 1933yan de di nameyeke xwe ya ji Mûsatafa Kemal re şandiye aniye zimên. Konak bi bîr xistiye ku Bedirxan di nameya xwe de gotiye "Ava behrê bi vexwarinê naqede."
Konak diyar kiriye ku çapemeniya kurdî xwedî keleporeke pir bi hêz e û Roja Rojnamevanên Kurd li hemû rojnamevanên kurd ên girtî û yên li derve pîroz kir.
‘Rastî wê di tariyê de nemînin’
Nûçegihana JINNEWSê Berîtan Canozerê jî diyar kiriye ku rojnamevaniya kurdî ji Apê Mûsa heya Gûrbetelî Ersozan xebatên xwe di bin zext û zoriyê de domandiye û gotiye: "Bi êrişan û kuştinan dixwazin me bitirsînin û bitepisînin. Lê em ji dema Apê Mûsayan dibêjin: Ê rastî û heqîqet di tariyê de nemînin. Me bi vê dirûşmeyê da ser rê. Em ê her tim pênûsa Apê Mûsa û Gûrbetelî Ersozê hilgirin û nehêlin bikeve erdê."
Canozerê destnîşan kiriye ku rojnamevanên kurd rojevê diyar dikin û rê li ber çapemeniyê dixin û wiha domand: "A rast em bi tiştên ku dinivîsin tişta ku kes newêre bike dikin. Têkoşîna me rojnamevanên jin jî a rast bi JINHAyê ku tekane ajansa jinan a cîhanê bû dest pê kir û niha bi JINNEWSê didome. Em niha tenê ne li herêmê û Tirkiyeyê, em li seranserê cîhanêt ên naskirin. JINNEWS, mîrateya Ayfer Serçeyê bû û ji bo em xeyala wê pêk bînin me JINHAyê ava kir. JINHA û Şûjin hatin girtin, lê em rojnamevanên jin niha di bin banê JINNEWSê de kom bûne. Belkî sibê JINNEWS bê girtin, lê em ê di bin banekî din de têkoşîna xwe bidomînin."
‘Em denge jinan in'
Canozerê bal kişand ser astengiyên li ser rojnamevanên kurd û saziyên çapemeniyê jî gotiye: "Bi destê darazê malperên me asteng dikin. Em tenê ne dengê jinên kurd, dengê jinên hemû cîhanê ne. Em xîtabî hemû jinan dikin."
‘Çapemeniya kurdî xizmeta azadiyê dike’
Edîtorê rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaşî jî destnîşan kiriye ku çapemeniya kurdî 124 sal in hebûna xwe didomîne û wiha axivîye: "124 sal in em dibînin ku bê ka kurd xwe û çapemeniyê çawa bi rêxistin dikin. Carinan bi kurdî, carinan bi tirkî, lê xizmeta civaka kurd û azadiya gelê kurd dike. Gava em li zext û zoriyan mêze dikin, em dibînin ku zextên dewleta tirk bêtir li ber çava ne. Gava mesele dibe gelê kurd, azadî û serxwebûna kurdan, em leqayî zextên dewleta tirk tên. Di salên 90an de hevalên me bi polîtîkayên siyasî yên dewletê hatin qetilkirin. Lê piştî AKP bû desthilat em dibînin ku zext zêdetir bûne. Berê çawa kuştin hebû, niha jî rojnamevanan digirin û heps dikin. Ev di heman demê zextên siyasî yên li ser çapemeniyê ne. Di ser 60î re rojnamevanên girtî hene û bi vî awayî dixwazin çapemeniyê bêdeng bikin.”(EMK/AY)