Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li Tirkiyeyê her ku diçe zextên li ser rojnamegeran zêde dibin, li ser vê yekê komeka rojnamegeran însîyatîfeka bi navê ‘’ez rojnameger im’’ çêkir.
Rojnameger ji ber ku rojnamegeriyê dikin, rastiyan dinivîsin, mafê gihandina nûçeyan diparêzin, digel rojnamegeran hev digirin, têne desteserkirin, tehdîtkirin û bêdengkirin. Însiyatîfê ji bo parastina mafê gihandina nûçeyan kampanyaya çêkirina banneran da dest pê kirin. Banner li ser rojname û malperan hatin belavkirin.
Bannerên ku bi zimanê Tirkî “Biliyor muydunuz? Gazetecilik Suç Değil” û bi zimanê Kurdî “Hûn Vê Dizanin? Rojnamegerî Ne Sûc e” hatî nivîsîn dê pênc rojan li ser malper û rojnameyan bên belavkirin.
Yek ji pişgirên kampanyayê bianet e û digel wê Cumhuriyet, Evrensel, Agos, Azadiya Welat, BirGün, Halkın Nabzı, Özgür Gündem, Yurt gazeteleri ile T24, P24, Haberdar, Diken, Sendika Org, Jiyan, ABC Gazetesi, Journo, Dağ Medya, Solfasol, İlke Haber û İMC jî piştgiriyê dike.
Însiyatîfê diyar kir ku astengiyên li pêşiya medyayê hatiye wê astê ku rojnamegerên biyanî jî têne astengkirin. Tê xwestin rojnamegerî wek sûcekê bê nîşandan.
Însiyatîfê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku ‘’ li civakeka ku mafê standina nûçeyan tê astengkirin em nikarin behsa demokrasiyê bikin. Em ê bi hemî hêza xwe ji bo wan kesan bixwebitin ku ji ber karê xwe yê rojnamegeriyê an jî ji bo piştgirîdana mafê gihandina nûçeyan têne rûreşkirin, girtin, an jî daxwaza bêdengbûna wan tê kirin. Em rojnameger in û diqêrin, ‘’rojnamegerî ne sûc e.’’
(EA/MB)