Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
*Rojnamegerên li Derve nerazîbûna xwe diyar kirin ku ew li medyaya nêzîkî Partiya Dad û Geşepêdanê(AKP) wek hedefa êrîşê hatin nîşandan.
Li medyaya nêzîkî AKPyê peywendiyên rojnamegeran ên di komeka WhatsAppê de wek sûc hatibû nîşandan.
Nivîskarê Rojnameya Turkiyeyê, Batuhan Yaşarî piştî ku mafparêz li Girava Mezin hatin desteserkirin di 24ê Tîrmehê de nivîsek nivîsî. Wî îdia kir koma WhatsAppê ya bi navê 24 Temmuz’da birlikte özgürüz.(Di 24ê Tîrmehê de em ê bi hev re azad bin)
Bi hev re li gelek rojnameyên nêzîkî hikûmetê heman nûçe hat belavkirin. Duhî li rojnameya Sabahê navê rojnamegerên di komê de hat eşkerekirin.
Rojnamegerên li Derve eşkere kirin ku rojnameyên nêzîkî hikûmetê yên Türkiye, Güneş, Sabah, Akşam û Star nûçeyên ne rast belav dikin. Wan got:
“Em ê xeletiyên wan rast jî nekin. Ji ber ku cihekê rastkirinê di nûçeyan de nîne.”
*Rojnamegerên li Derve: Dema Doza Oda TVyê de, di sala 2011ê de rojnamegerên ji bo piştgiriya Nedîm Şener û Ahmet Şikî xwe nîşan didan paşê navê Rojnamegerên li Derve li xwe kir.
Wêne: Twîtter