Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ji 18 rojnamegerên ku li Amedê dihatin darizandin jê 15 girtî bû. Duh di danişîna destpêkê de ew jî hatine tehliyekirin û ji girtîgehê derketin.
Hevserokê Komeleya Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç, Midûrê Karên Nivîsê yê Xwebûnê mehmet Alî Ertaş, rojnamevan Zeynel Abîdîn Bûlût, Omer Çelîk, Mazlûm Dogan Guler, Îbrahîm Koyûncû, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdûrrahman Oncu, Sûat Dogûhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn ên ji girtîgehê derketin li ber girtîgehê ji aliyê hevpîşeyên xwe, malbatên xwe, nûnerên parrtiyên siyasî û nûnerên sazî û dezgehên bajêr ve hatine pêşwazîkirin.
Li ser navê rojnamegeran Hevserokê DFGê Serdar Altan axivîye û weha gotiye: "Çendî em niha li derve bin jî, li gelek hevalên me di hundir de ne. Di vî 13 mehî de malbatên me gelek zehmetî kişandin. Xwestin xebatên me nîvco bimînin. Lê me pênûsên hevpîşeyên xwe li erdê nehişt. Me nîşan da ku dê Çapemeniya Azad qethiyen pênûsê Apê Mûsa, Hafiz Akdemîr, Cengîz Altun û hevalên me yên din li erdê nehêlin. Em dizanin dê ji niha û pê ve jî wiha bidome. Em ê ji cihê mayî bidomînin. Me li zindanê jî xebatên xwe domandin. Em di vî warî de kêfxweş in. Ji bo vê piştevaniya wa mala we ava. Em careke din diyar dikin rojnamevanên kurd qethiyen bêdeng nabin."
Piştî daxuyaniyê dirûşmeya "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" hatiye berzkirin.
Çi bûbû?Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê de li 9 bajaran 11 nûçegîhanên Ajansa Mezopotamya û JINNEWSê di encama bi sergirtina malan de hatibûn desteserkirin. 2emîn Dadweriya Cezê û Aştiyê ya Enqereyê, ku li ser daxwaza Serdozgeriyê ji bo dosyeyê biryara nepenîtiyê dabû. Dîsa li ser daxwaza dozgeriyê, 5emîn Dadweriya Cezê û Aştiyê ya Enqereyê 24 saetan hevdîtina bi parêzeran re qedexe kiriye. Her wiha dozgeriyê dema desteserkirina rojnamegeran rojekê dirêj kiriye. Parêzeran biryara dirêjkirina dema desteserkirinê û nepenîtiyê qebûl nekiriye. Nûçegihanên MAê Dîren Yûrtsever, Denîz Nazlim, Selman Guzelyuz, Zemo Aggoz, Bêrîvan Altan, Hakan Yalçin, Emrullah Acar û Ceylan Şahînlî û nûçegihanên JinNewsê Habîbe Eren û Oznûr Deger û Derya Ren duh hatibûn desteserkirin. Her wiha Midûra Karên Nivîsê ya MAyê Dîren Yûrtsever ku li Stenbolê û nûçegihanê MAyê Hakan Yalçin li Wanê hatibû desteserkirin. Rojnameger Gulçen Koçuk, Kadir Bayram, Mehmet Yalçin, Esmer Tûnç û Feynaz Koncûk û Îhsan Ergunluyê bi wan re hatibû girtin, bi şertê kontrola edlî serbest bûbûn. Rojnameger Safiye Alagaşa ku hatibû girtin, piştî salekê girtî mabû, dosyeya wê ji dosyeya rojnamegeran veqetandibûn û di 15ê Hezîranê de tehliye bûbû. |
Bixwîne - Dadgehê îdianameya rojnamegerên Kurd yên girtî pejirandiye
(NT/AY)