Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
22 kesên ku di encama serdegirtina li dijî Ozgur Gundemê de hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan û li ber deriyê dadgehê ji hêla hevalên xwe û xwendevanên rojnameyê ve hatin pêşwazîkirin.
Xebatkarên Rojnameya Ozgur Gundemê piştî hatin berdan li ber Edliyeya Çaglayanê ji aliyê girseyek mezin ve hat pêşwazîkirin. Rojnamegerên hatin berdan bi coşek mezin û siloganên "Çapemeniya azad bêdeng name" Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin" hatin pêşwazîkirin. Piştre li pişt pankarta "Çapemeniya azad bêdeng name" daxuyanî dan çapemeniyê.
Piştî ew sebest hatin berdan daxuyanî ji çapemeniyê re hat dayîn. Di daxuyaniyê de Parlementerê HDPê Ferhat Ency û xebatkarên Ozgur Gundemê Ender Oneş û Gunay Aksoy acavtinan kirin.
Ondeş: Di otobusê de îşkence li me hat kirin
Li ser navê rojnamegeran M. Ender Ondeş, diyar kir ku rojnamegerên hatin binçavkirin rastî rezaletiyek xerab hatin û wiha got: "Ne tenê binçavkirin û serdegirtina rojnameyê bû. Tiştên ku di otobusê de li me kirin îşkenceya giran bû. Ev rojname navê wê Ozgur Gundem e. Ez bawer im rojnameya me û Fethullah Gulen tev li hev kirine. Ne hêzan e me wisa bêdeng bikin. Kevneşopiyek vê rojnameya Ozgur Gundemê heye. Em vê kevneşopiyê li erdê nahêlin. Weşana Rojnameya Ozgur Gundemê dê berdewam bike."
Aksoy: 'Me çong danenî, em rojnameya gel in'
Edîtora Rojnameya Ozgur Gundemê Gunay Aksoy jî anî ziman ku ew ne xerîbê vê yekê ne û wiha got: "Em li benda tiştekî wisa bûn. Di rojên dawî de zêde li der û dorê rojnameyê doj dibûn. Em xebatkarên rojnameyê me çong danenî. Em rojnamegerên gel ên çong danînin.
"Mîrateya berxwedanê ya Rojnameyê hêzê dide me. Dema em hatin binçavkirin hêzên çevîk gotin 'Neviyê Abdulhamit bi ser ket. Neviyên Lenîn têk çûn'.
"Tacîz û heqaret li me kirin. Hêj rajname nehatibû girtin Rojnameya Yeni Şafak got rojname hatiye girtin. Em tu carî serî natewînin. Em hatin girtin, lê hevalên me bi manşeta "Em serî natewînin" rojname ji nûve çap kirin."
Encu: Kevneşopiya rojnameya Ozgur Gundemê heye
Wekîlê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu jî anî ziman ku Rojnameya Ozgur Gundemê xwedî kevneşopiya berxwedanê ye û xwedî kevpeşopiya berxwedanê ye. Nikarin Ozgur Gundemê bêdeng bikin. Ji ber ku li pişt wê gel heye."
Xebatkarên Rojnameyê dê sibê saet di 11.00an de li ber avahiya Ozgur Gundemê civîna rojevê pêk bînin. Dê jibo 3 xebatkarên rojnameyê nobetê bigirin. Xebatkaran bang li her kesî kirin ku piştevaniyê xurt bikin.
Çi bûbû?
8. Dadgeha Sulh Cezayê ya Stenbolê di 16ê Tebaxê de bi hinceta ‘propagandaya rêxistinê dike’ biryar da ku rojnameya Ozgur Gundemê were girtin. Herçiqas ku di wê biryarê de hat gotin ku girtin bi demkî ye jî, wextê wê dema girtinê nehat diyarkirin.
Piştî ku derbarê rojnameyê de biryara girtinê hat dayîn, çend saet şûnde tîmên taybet li Beyogluya Stenbolê avêtin ser avahiya rojnameyê. Polêsan piştî kontrolkirina GBTê hin rojnamegeran servbest berdan lê 22 rojnamegerên li Ozgur Gundemê hatin binçavkirin. Di nav wan rojnamgerên binçavkirî de 2 nûçegihanên DIHAyê û 2 nûçegihanên IMC TVê jî hene.
Piştî wê serdegirtinê polêsan bi avêtin ser malên Berpirsa Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê ya berê Eren Keskin, nivîskarên rojnameyê Ragip Zarakolu û Filiz Koçali û Asli Erdogan.
Wêne: Helin Yildirim, Beyza Kural, Elif Akgul
(EA/YO)