Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Şeva dî nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê Ahmet Kanbal û Mehmet Şah Oruç, Nûçegihana JinNewsê Rojda Oruç û herdu nûçegihanên serbixwe Nurcan Yalçin û Halime Parlak serbest bûne.
Bixwîne - Polîsekî welatîyek hingavtibû: Serdozgerîyê dest bi lêpirsînê kiriye
Dema kayûm dihatin protestokirin polîsan gelek welatî û pênc rojnameger desteser kiribûn.
Rojnamegerên serbest bûyîn agahîyên li ser bûyerê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî nivîsîne. Ahmet Kanbalî eşkere kiriye ku di heft rojên desteserkirinê de ji wan hatiye pirsîn ka çi karê wan li ber deriyê şaredarîyê hebû.
Wezîfedarkirina qeyûman
Wezareta Karûbarên Hundir 20ê Tebaxê bi sedema ku lêpirsînname ji bo wan hatine amadekirin, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amed, Mêrdîn û Wanê ji wezîfeyê dûr xistiye.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de gotiye ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli, Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Şaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgökçe Ertan ji wezîfeyê hatiye dûrxistin.
Bixwîne - Wezareta Navxweyî: Li 29 bajaran 418 kes hatine desteserkirin
Li şûna Mizrakliyî Waliyê Amedê Hasan Basri Guzeloglu, li şûna Turkî Waliyê Mêrdînê Mûstafa Yaman û li şûna Ertanê jî Waliyê Wanê Mehmet Emin Bilmez weke kayum hatine tayînkirin.
Bixwîne - "Îradeya demokratîk hatiye kuştin"
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, ji ber ku 9 lêpirsînname ji bo Mizrakliyî, 6 lêpirsînname ji bo Turkî u 7 lêpirsînname jî ji bo Ertanê hatine amadekirin û li dadgehên cezayê giran dadkirin berdewam dikin, ji wezîfeyê hatine standin.
22yê Tebaxê Walîtîya Êlihê mixtarên sê taxên bajarî û mixtarekê gundekê ji karê wan dûrxistiye û li şûna wan qeyûm wezîfdar kirine.
Walîtîyê biryara li ser mixtaran li malpera xwe weşandiye. Li gor daxuyanîya li ser malperê (bi zimanê tirkî) mixtarên taxên Çay, Korik û Bağlarê û mixtarê gundê “Kösetarla”yê ji karê wan hatiye dûrxistin.
(TP/MB)