Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Danişîna doza 7 rojnamegerên ku bi îdiaya Mûsa Çîtîl, Cîgirê Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan hedef nîşan dane, berdewam kiriye. Dadgeha biryara beratê ji bo 7 rojnamegeran daye.
Di serdema qedexeya derketina navçeya Sûrê ya Amedê de Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) bi sernavê “Navê dorpêçkirinê ‘Bayrak 12’ Mûsa Çîtîl” nûçeyek weşandibû. DİHA di encama Biryarnameya Di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin
Bi sedema ku rojnameger Omer Çelîk, A.Vahap Taş, Çagdaş Kaplan, Selman Çîçek, Hamza Gunduz, Înan Kizilkaya, Kemal Sancili û Selîm Gonençî li ser hesabên xwe yên medya civakî ev nûçe belav kirine, doz li wan hatibû vekirin.
Danişîna biryara dozê ya 7 rojnamegeran îro li 9emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hatiye dîtin. Dadgehê derbarê 7 rojnamegeran de biryara beratê daye.
Çîtîl ji ber kuştina 13 kesên failên wan ne diyar ên li Dêrika Mêrdînê hatibû dadgehkirin û beraet kiribû. Çîtîlî operasyona li Sûrê bi rê ve biribû û bûbû Alîkarê Fermandarê Giştî yê Cendermeyan.
(AS/FD)