Li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê çawa ku di tevahiya jiyanê de cureyên tundî, çewisandin, tunehesibandinê zêde bûne, ev yek ji bo rojnamegeran jî wisa ye. Hema bêjin her roj rojnameger di dema şopandina bûyeran de, di dema amadekirina nûçeyan de tundî, zext û zor li wan dibe, tên desteserkirin û girtin. Em her roj çavê xwe bi van tiştan vedikin. Her wiha li qadê jî bi gelek zor û zahmetiyan re rû bi rû dimînin. Lê dema mijar dibe rojnamegerên jin bêguman asta tundî, çewisandin û tunehesibandinê bilindtir dibe.
Ji bo “25ê Çiriya Paşiyê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Cîhanî”, jinên rojnameger ên li qadan kar dikin behsa zor û zahmetiyan kirin. Têkildarî mijarê rojnameger Medîne Mamedoglû, Fatma Temel û Evrîm Denîz nêrînên xwe bi bianet Kurdî re par ve kirin. Rojnamegerên jin diyar kirin ku di dema çêkirina nûçeyan de bi gelek cureyên tundiyê re rûbirû dimînin.
Mamedoglû. "Ez hem mafên rojnamegerên jin hem mafên hemû jinan diparêzim"
Rojnameger Medîne Mamedoglû ev 8 sal in ku rojnamgeriyê dike û heta niha jî her tim hewld daye ku nûçeyên derbarê jin, zarok û binpêkirina mafan de çêbike. Mamedoglûyî sedema vê yekê jî wiha bi lêv dike: “ Li Tirkiye û Kurdistanê gelek jin tên qetilkirin; medyaya alîgir hem tundiya li ser jinan hem jî êrîşên li ser destkeftiyên jinan bi zimanekî zayendperest diweşîne. Mêrê kujer û dewleta mêrperest a ku cesarete dide kujeran, armanc dikin ku di jiyana jinan de tu tiştî nehêlin. Ez jî wek rojnamegereke jin; hem mafên rojnamegerên jin hem jî mafên hemû jinan li hemberî hişmendiya zayendperest, bi nûçe û naverokên xwe li qadan diparêzim. Ji xwe ji roja ku min dest bi rojnamegeriyê kiriye jî bi gelemperî di ajansên mîna JINHA, JINNEWSê xebitîm. JINHA wek tê zanîn ku yekemîn ajansa jinan a li cÎhanê ye. Ji bo vê yekê jî ez yeke bi şens im ku nav, hebûn û çîrokên jinan dikim nûçe û bi civakê re par ve dikim.”
“Bi salan e ku li hember mejiyê kevneperest em li ber xwe didin”
Medîne Mamedoglûyê di axaftina xwe de bal kişand li ser zahmetiyên ku dema di çêkirina nûçeyan de li qadê derkevin pêşberî wê: “Di dema destpêkê de me gelek caran nêzikatiyên nêritî yên ecêb didîtin. Carinan di dema daxuyaniyan de cih nedidan me, hin caran ji me re digotin ‘tu nikarî vî karî bikî, tu yê bi ser nekevî’ û tiştên mîna vê. Herî dawiyê di dema erdhejê de ew ziman û helwesta zayendperest li hemberî min hat bikaranîn. Hem civakê ve hem jî hempîşeyên me, heman nêzîkatî û feraseta zayendperest nîşanî min dan. Bêguman bi salan e ku em jî li hember vî mejiyê kevneperest li ber xwe didin. Ji roja ku me dest bi rojnamegeriyê kirî heta îro jî me her tim li hember aqilê serdest û hişmendiya mêrperest li ber xwe da û bi vî hawayî hêza jinan û rojnamegerên jin raxist ber çavan. Êdî divê her kes vê tiştê baş fam bike û bizanîbe ku em ê her tim li qadan bin.”
“Wê qameraya me her tim ji bo civakê vekirî be”
Di berdewama axaftina xwe de Medîneyê da zanîn ku çapemeniya azad bi salan e ku berxwedana ji bo heqîqetê dide û ji bo vê yekê ji tundî, girtin, çewisandin, sirgûnkirinê heta kuştin û qetilkirinê bi hezaran rojnamegeran bedelên mezin dane: “Ez hê nehatibûm ser rûyê dinyayê rojnamegerên çapemeniya azad ji bo heqîqetê li ber xwe didan û em jî niha di rêya wan de dimeşin. Dema min nû li Cizîr û Nisêbînê dest bi rojnamegeriyê kir, min ev keda wan a bêhempa ji dil û can hîs kir û di wê demê de min jî soz da ku ez ê jî li ser rêya wan bimeşim. Li ser vê axê gund hatin şewitandin, girtîgeh heta li ber devê wê bi kurdan tije bûn. Gelek ji wan bi awayekî faîlên wan ne diyar hatin qetilkirin, ji bo zimanê xwe zikmakî rastî çewisandinê hatin. Rojnamegerên berî me ji ber ku bal dikşandin ser van mijaran û ji bo wê jî rastî tundî û çewisandinan dihatin, niha bi heman awayî em rastî heman tiştan tên. Lê hewceye ev yek baş bê zanîn ku di her axaftin û gotineke gelê me de dê mikrofon û qamerayên me ji bo wan vekirî bin. Her wiha em ê bi qameraya xwe bi jin, zarok û LGBTI+yan re bin.”
Temel: "Her cûre tundî li me dibe"
Fatma Temela ku nêzî 3 sal in rojnameger e û bi gelemperî li kolanên Amed, Mêrdîn û çendîn bajarên din li qadêye, diyar kir ku bi gelek cureyên tundiyê re rûbirû dimîne: “Ez wek rojnamegereke jin ji tundiya fizîkî heta tundiya psikolojik, heta niha rastî gelek cûreyên tundiyê hatim. Di dema daxuyaniyan de bi zordestiya polîsan re, li kolanan bi tundiya hin çavkaniyên nûçeyan re û her wiha carinan jî bi helwestên hempîşeyên xwe yên mêr re rû bir û dimînim. Rojnamegerî bi serê xwe karekî zor e, lê dema tu rojnamegereke jin bî, bêguman her tişt hê zortir dibe.”
“Gelek rojnamegerên jin ji ber tundiya heyî, karkirina li ofîsan tercih dikin”
Rojnameger Fatma Temel di berdewama axaftina xwe de bal kişand li ser hin bûyerên di dema çêkirina nûçeyan de hatî serê wê: “Rojekê ji bo roportajê em derketin kolanê. Zilamek li ber min sekinî û pirsî got ‘ma mijar çiye?’ Min jî mikrofona xwe da ber û min hewld da ku ez jê re qala mijarê bikim. Lê bi awayekî tund bertek nîşan da û bi ser min de qîriya. Ji ber ku ez rojnamegereke jin bûm ev cesaret bixwe re dît. Her wiha ji xwe hema bêje di her daxuyaniyekê de polîs me dikişkişînin û zextan li me dikin. Dîsa, hin çavkaniyên ku ji bo nûçeyan ez bi wan re axivî me, piştî nûçeyan bi rêya telefonê ez tacîz kirim. Divê hewceye em vê yekê bêjin ku gelek rojnamegerên jin ji ber van rewşên bi vî rengî, karkirina li ofîsên saziyên xwe tercîh dikin. Bêguman li hundir jî tundî, çewisandin heye. Dema em îro bala xwe didin Amedê, rojnamegerên jin ji xwe hindik in. Lê li qadê hê hindiktir in.”
Temelê destnîşan kir ku ji bo rojnamegerên jin hê zêdetir bi mobîngê re rûbirû neminin, divê bibin yek û li dijî feraseta tundrew a mêrperest li ber xwe bidin.
“Li dijî tundiyê amûra me pênûsa me ye”
Evrîm Denîz ji Bazîda Agirî ye û li Zanîngeha Dîcleyê beşa rojnamegeriyê dixwîne. Di pola 3yan de ye û ev 7 meh in rojnamegeriyê dike. Denîzê balê kişand li ser rojnamegeriya jinan û got ku bi gelemperî li qadê rojnamegerên mêr hene: “Hema bêjin di her daxuyaniyeke de li qadê em her tim mecbûr in, îspat bikin ku em rojnameger in. Gelek caran qerta rojnamegeriyê jî qebûl nakin. Ya din jî bi taybetî li qadan, çalakî û mitîngan ji rojnamegerên jin wêdetir guh didin yên mêr. Li benda wê tiştêne ku jin zêdetir li hundir ango li ofîsan bixebitin. Ji xwe dema mijar dibe Kurdistan, taciza polîsan pir zêde dibe û dema rojnameger jin bin, tundî û taciz zêdetir dibe.”
Rojnameger Evrîm Denîzê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku dema mijar bibe rojnamegeriya jinan hewceye jinên di çapemeniya azad de bedeldayî bibîr bînin: “Di serî de Gurbetellî Ersoz û tevahiya rojnamegerên jin ên ku li dijî tundiya dewleta mêr li ber xwe dane bi bîr tînim. Em rojnamegerên jin bi rêya çapemeniyê em ê jî li hember tundiyê serî netewînin. Li dijî tundiyê amûra me pênûsa me ye.”
(WT/FD)