Fotograf: Cemi Uğur / Twitter
Rojnameger Adnan Bîlen, Cemîl Ûgûr, Şehrîban Abî û Nazan Salayê di “Doza Helîkopterê” de beraet kirine.
Dadgehkirina nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê Bîlen û Ûgûr, nûçegîhana JinNewsê Şehrîban Abî û rojnameger Nazan Salayê li 5em Dadgeha Cezayê Giran a Wanê dewam kiriye.
Li navçeya Şaxê ya Wanê di Îlona 2021an de leşkeran di dema operasyonekê de Servet Tûrgût û Osman Şiban desteser kiribûn. Leşkeran her du welatî ji helîkoptêrê avêtibûn. Ajansa Mezopotamyayê û JinNewsê nûçeya vê bûyerê weşandibû Piştî weşandina nûçeyan Adnan Bîlen, Cemîl Ûgûr, Şehrîban Abî û Nazan Sala hatibûn desteserkirin.
Bîlen, Ûgûr û Sala îro û parêzerên Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA) beşdarî danişînê bûne. Rojnamegerên din hêcet nîşan dane û beşdarî danişînê nebûne.
Bixwîne - Dadgehê daxwaza girtina rojnamegeran qebûl nekiriye
Rojnamegeran beraet kiriye
Piştî doz li her çar rojnamegeran vebû, dadgehê dozeke din li Nazan Salayê vekiribû û her du dosye kiribû yek. Salayê îro li dijî îdiayên dozgeriyê parastina xwe kiriye.
Salayê wiha gotiye: "Divê em balê bidin ser dîrokên li îdianameyê. Dîroka tawanê 2007 e. Wan deman li Wanê ez rojnamegera serbixwe bûm. TRT jî di nav de çi kanalên telefonî min dikirin, min nûçe ji wan re radigihandin. Yanî, min karê rojnamegeriyê dikir.
“Ti têkiliyeke min a organîk bi wê kanala televîzyonê re nîne ku di îdîanameyê de behsa wê kirine. Dema ez rojnamegera serbixwe bûm, kanalan telefonî min dikir û rica ji min dikirin ku ez nûçeyan ragihînim. Ne tenê RojTV, dema kanalên din jî telefon dikirin min radigihand.”
Parêzerên Salayê jî diyar kirine ku detay û tiştên zelal nînin di dosyayê de.
Piştî navbereke kurt, dozgerî xwestiye rojnameger ji ber tawana “endamtiya rêxistinê” beraet bikin, Sala jî ji ber tawana “propagandayê” ya dosyeya esasî, were cezakirin.
Parêzeran li dijî nêrînên dozgerî parastina miwekilên xwe kirine. Paşê heyeta dadgehê biryara xwe aşkere kiriye.
Li gorî vê biryarê, her çar rojnamegeran di “Doza helîkopterê” de beraet kiriye. Dadgehê bi tohmeta “propaganda kiriye” Sala bi sal û sê meh cezayê girtîgehê ceza kiriye. Aşkerekirina cezayê Salayê taloq kiriye. (FD)