Edîtorê Gerçek Gundemê Furkan Karabay di 29ê Kanûna Pêşiyê de piştî zabitnameya doza ji Koma Saralan Bariş Saral kiribû nûçe hatibû girtin. Tê îddiakirin ku Koma Saralan karên mafyayê dikin û bi vê tê tawanbarkirin. Rojnameger Fûrkan Karabay hat berdan.
Parêzerên Karabay cara duyemîn girtina wî kirin . Piştî îtîrazê 26emîn Dadgeha Cezayê Asliyê ya Stenbolê biryara berdana rojnameger da.
Karabay ji ber ku zabitnameya dadgehê ya têkildarî bertîlên di darazê de kiribû nûçe bi tohmeta ku"kesê di têkoşîna dijî terorê de cih girtiye hedef nîşan daye" dihat sûcdarkirin.
Furkan Karabay ji ber nûçeya xwe ya bi sernavê "Di doza mafyayê de şerê bertîlê di zabitnameyan de ye(Mafya davasında rüşvet kavgası tutanaklarda)" ku di 27ê Kanûna Pêşiya 2023an de weşîya bû, hatibû girtin.
(HA/AY)