Ji bo nûçeya tirkî (1) (2) / ingilîzî bitikîne
Kovara re:voltê duh bi şev li ser hesabê xwe yê Twitterê aşkere kiriye ku rojnameger Max Zirngastê bi wan re kar dike duh saet 05.00ê sibehê li Enqereyê hatiye desteserkirin. Li gorî heman daxuyaniyê polîsên dijterorê ew desteser kirine.
Kovarê dîsa li ser hesabê xwe wiha nivîsiye: “Tirkiye dixwaze hemû dengên mixalîf tepeser bike. Wê nikaribin vî tiştî bikin!”.
“İhtimaleke mezin ji ber weşanên siyasî hatiye desteserkirin”
Hatiye diyarkirin ku polîsan li gel Zirngastî hin kesên din jî desteser kirine.
Li gorî daxuyaniya ku kovarê li ser hesabê xwe yê Twitterê kiriye, rojnameger bi tohmeta ‘terorê’ hatiye desteserkirin. Hatiye gotin ku ‘ihtimal heye bi peydakirina weşanên siyasî’ tê tohmetkirin.
Kovara Jacobinê ya ku Zirngast lê kar dike jî di daxuyaniya xwe de gotiye “Yek ji nivîskarên me li Tirkiyeyê hatiye desteserkirin, ev sînordarkirina demokrasiyê ye.”
Hikûmeta Avusturyayê: Rojnamegerê desteserkirî, demildest serbest bikin
Berdevkê Hikûmeta Avusturyayê Peter Launsky-Tieffenthal ji ber desteserkirina Max Zirngastî daxuyaniyek daye.
Tieffenthalî wiha gotiye: “Hikûmeta Avûstûryayê bê şert û merc piştevaniya azadiya ramanê û çapemeniyê dike. Em bi rêya Serkonsolosiya Avusturyayê piştgiriyê didin welatiyê me yê ku hatiye desteserkirin.
Berdevkî her weha ji Tirkiyeyê xwestiye ku sedemên desteserkirinê aşkere bikin û rojnamegerî zûbizû serbest bikin.
Rojnamegerên Sînornenas (RSF) jî daxwaza serbestiya Zirngastî kiriye.
Yek ji nivîskarên “Dorpêçkirina Kobanê” bûye
Li gorî nûçeya ku di Ajansa Nûçeyan a Firatê de (ANF) hatiye belavkirin, Zirngast yek ji wan nivîskaran e ku pirtûka “Dorpêçkirina Kobanê” nivîsandiye. Pirtûk sala 2015ê bi Almanî hatibû weşandin. (PT/FD)