Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ugur Mumcu rojnamegerek e ku ji beriya 26 salan hat kuştin, hêj bikujên wî û paşxaneya bûyerê nehatiye eşkerekirin. Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê li ber peykerê wî ew yad kir.
Serokê TGSyê Gokhan Durmuş û berpirsê weşana rojnameya Cumhuriyetê Aykut Kuçukkayam jî beşdar bûn.
Sala 1993yê rojnamegerê Ugur Mumcu li ber deriyê xwe hatiye kuştin. Êrîşkaran dema ew ji mala xwe derketî lê reşandiye û ew kuştiye.
Di rêûrismmê de beşdaran diyar kirin ku hê jî bikujên(qatilên) Ugur Mumcuyî nehatiye eşkerekirin. Gokhan Durmuşî gotiye:
“Mixabin dîroka çapemeniya Tirkiyeyê bi bûyerên wek qetilkirina Mumcuyî tejî ne.
“Mumcu, li Tirkiyeyê semboleka rojnamegeriya bi lêkolînan tê kirin bû.
“Îro jî hin rojnameger hene ku li ser şopa Mumcuyî ne. Ew bêne girtin jî bêne kuştin jî ew ê rastiyan neveşêrin.”
(OI/EKN/MB)
Wêne: Ogun Işik/bianet