Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Platforma Jinên Rojnameger a Mezopotamyayê û Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad di 24emîn salvegera bobmekirina rojnameya Ozgur Ulkeyê de li cihê ku bombe lê teqîya bû kom bûne û daxuyaniyek dane çapemeniyê.
24 beriya niha 3yê Kanûna Pêşiyê (Berfanbar) ya 1994ê li taxa Kadikgayê ya Emînonuyê li avahiya rojnameya Ozgur Ulkeyê bombe teqiya bû û di encama êrîşê de xebatkarê rojnameyê Ersîn Yildiz miribû.
Rojnameger di dema çalakiyê de pankarta ku li ser “Hûn nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin” hilgirtine.
Ayşe Guney, Berdevka Platforma Jinên Rojnameger a Mezopotamyayê axivî ye û gotiye ku, di lêpirsîna ji bo bombekirina rojnameya Ozgur Ulkeyê hatiye vekirin de 24 sal in ku ti pêşketin çênebûye.
“Piştî Ozgur Ulkeyê 35 rojname hatine weşandin”
Guneyê diyar kiriye ku “Piştî rojnameya Ozgur Ulkeyê ji kevneşopiya çapemeniya azad 35 rojnameyên din hatine weşandin” û wiha berdewam kiriye:
“Piştî ku Ozgur Ulkeyê li ser esasên weşana azad 35 rojnameyên din jî dest bi weşanê kiriye û di 23ê Tebaxa 2016an de rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî dest bi weşanê kir. Ew jî di 28ê Adara 2018an de hate girtin û qeyûm tayînî Çapxaneya Gunê hat kirin û gelek xebatkar hatin girtin.”
Keskîn: “Wê kevneşopî berdewam bike”
Piştî Guneyê, Hevseroka Gitşî ya Komeleya Mafên Mirovan (İHD) Eren Keskîn axiviye û wiha gotiye:
“Gelek nivîska û belavkarên rojnameyê hatin qetilkirin lê ev kevneşopî berdewam bidawî nehatiye. Ev kevneşopî hîna jî berdewam dike. Mînaka rojnamegeriyeke ku ji bo bîranînên qedexe, êşên qedexe û erdnîgareke qedexe bide bihistin derketiye rê. Ji ber vê jî gelek fişar li ser çêbûe. Ez ji roja destpêkê şahidê wê me. Min parêzeriya wê kiriye. Gelek hevalên min ên nivîskar hebûn ku hatin kuştin. Mezinên me hebû, yên weke Apê Mûsa, Gurbetellî Ersoz, Ferhat Tepe û gelekên din. Ji ber bîranîna wan wê ev kevneşopî berdewam bike.” (EMK/FD)