Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî ku Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Melih Bulu, namzetê parlamenteriyê yê AKPyê kir rektorê Zanîngeha Bogaziçiyê û xwendekaran xwenîşandanên protestoyî li dar xistin, rojnamegeran bi sernavê “Bogaziçiyî ne bi tenê ne” metnek weşandine.
Di binê wê metnê de navê 173 rojnamegeran heye û ji bo kesên ku bixwazin îmze bikin metin li ser înternetê hatiye weşantin. Kesên bixwazin, dikarin heta 14ê Sibatê saet 23.59 deqîqeyan îmzeyê biavêjin bin wê.
Rojnamegeran di metna xwe de gotine “Em serê xwe natewînin, em dizanin ku rojnamegerî ne sûc e” û wiha dewam kirine:
“Li Zanîngeha Bogaziçiyê zêdetirî mehekê ye xwendekar tayînkirina rektorî protesto dikin ku li gorî nêrîna wan bi rêbazên dijdemoktarîk hatiye tayînkirin. Em li hember barîkata di navbera rojnamegeran û xwendekarên de hatiye avakirin derdikevin.
“Em bibîr dixin ku ev çalakiya Bogaziçiyiyan a dibêjin “Em li berjêr nanêrin”, mafekî ji destûra bingehîn tê. Em qebûl nakin nasname û mafên xwendekarên LGBTI+ bibin hedef û li hemberî wan gotinên nefretkirinê bên bikaranîn, cidaxwazî û cidakirina wan pêk were û di encama wê de Kuluba Xebatên LGBTI+yan were girtin.
“Em ango rojnamegerên ku erka civakî pêk tînin û berpirsiyariya me heye ku em tiştên diqewimin bi awayekî objektîf ragihînin, em red dikin k xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê yên mafên xwe yên demokratîk bikar tînin û akademîsyenên piştgiriya wan dikin, krîmînalîze werin kirin.
“Çawa ku em li dijî hemû astengiyan in ên ku sansur, zext û gefxwarinê li pêş mafê wergirtina nûçeyan a gelî derdixin, em li dijî wê tundkariye polîsan jî derdikevin ku dema hempîşeyên me karên xwe dikin dibin hedefa wê. Rojnameger ne alîgir lê şahid in, em careke din dubare dikin ku em tundkariya car caran hempîşeyên me asteng dike û digihê asta birîndarkirina wan û desteserkirina wan qebûl nakin.
“Em in ên ku wê şahidiya serdemê bikin, wê dîrok jî hakemtiyê bike.
“Li dijî kesên ku dixwazin rastiyê bi hêzê berovajî bikin her gavê em ê rastiyê biparêzin.
“Em serê xwe natewînin, em dizanin ku rojnamegerî ne sûc e.”
Kesên ku di serî de îmze dane ev in
Ali Ergin Demirhan, Ali Haydar Çelebi, Ali Kemal Erdem, Alican Uludağ, Anıl Bayraktar, Anıl Mert Özsoy, Atakan Sönmez, Ayça Söylemez, Aylin Şener, Ayşe Banu Tuna, Ayşen Şahin, Ayşenur Önal, Azra Ceylan, Bahar Ünlü, Baran Furkan Gül, Barış Pehlivan, Barış Terkoğlu, Batuhan Avakado, Batuhan Batan, Bengisu Kömürcü, Bereket Kar, Berkant Gültekin, Bilal Çelik, Bilal Seçkin, Billur Aslan, Buse Söğütlü, Bülent Mumay, Bülent Yoldaş, Büşra Cebeci, Büşra İlaslan, Büşra Toprakyiğit, Can Bursalı, Cansu Pişkin, Cem Bahtiyar, Cüneyt Karabey, Çağla Üren, Çağlar Tekin, Çağrı Sarı, Çiğdem Akbayrak, Deniz Dallı, Deniz Işık, Derya Kap, Dilan Erdemir, Diren Çelik, Diren Deniz Sarı, Doğan Ergün, Doğan Koç, Duygu Köseoğlu, Ece Seçil Şahin, Elif Çetiner, Elif Ünal, Emrah Kolukısa, Emre Orman, Emre Özpeynirci, Engin Korkmaz, Erdal İmrek, Erdem Bolca, Erdoğan Alayumat, Erk Acarer, Ersan Kınık, Ertan Çıta, Esma Yılmaz, Esra Açıkgöz, Esra Üşüdür, Eylem Babayiğit, Eylem Nazlıer, Eylem Yılmaz, Ezo Özer, Fatih Karagülle, Fethullah Özmen, Giray Poyraz Ürey, Gizay Erden Çelik, Gökhan Kaya, Gözde Çağrı, Gözde Yel, Güliz Vural, Hacı Bişkin, Hakan Tosun, Halit Elçi, Hasan Hınıslı, Hatice Özkartal, Haydar Koçak, Hayri Tunç, Hemra Nida, Hüseyin Naval, İbrahim Varlı, İdris Sayılğan, İlker Güneş Doğan, İpek Özbey, İrem Afşin, İsmail Yeniçeri, İşhan Erdinç, İzel Sezer, Janet Huvaj, Kaan Kurtuluş, Kader Rüzgar, Kadir Güney, Kavel Alpaslan, Kazım Kızıl, Kerim Eren, Kübra Köklü, Leyla Özkaynak, Maaz İbrahimoğlu, Mehmet Efe Altay, Mehmet Emin Kurnaz, Mehmet Fırat Özgür, Mehmet Şafak Sarı, Melike Ceyhan, Melis Karaca, Meltem Akyol, Meriç Şenyüz, Mert Eskisındı, Mert Gümüş, Merve Bavra, Muhammet Doğru, Murat Bay, Murat Beyaz, Murat Büyükyılmaz, Murat Çokan, Mustafa Büyüksipahi, Mustafa Hoş, Mustafa Kömüş, Nagihan Yılkın, Nazlı Eda Piyade, Nebiye Arı, Neşe İdil, Nurcan Çalışkan, Nurcan Gökdemir, Onur Dalar, Onur Öncü, Onur Şahin, Orhan Koç, Orhan Şahin, Osman Çaklı, Ozan Buz, Ozan Yurtoğlu, Özge Türkoğlu, Özgür Büyüktaş, Özgür Deniz Kaya, Özlem Kara, Özlem Temena, Öznur Kaya, Pınar Gayıp, Rahşan Çelik, Reyhan Hacıoğlu, Sait Demir, Selda Manduz, Semra Kardeşoğlu, Seran Vreskala, Sercan Güler, Sercan Meriç, Serkan Ocak, Serpil Ünal, Sevda Erkılınç, Seyhan Avşar, Sezgin Kartal, Sibel Tekin, Songül Başkaya, Sultan Eylem Keleş, Sümeyra Kırca, Taylan Öztaş, Tilbe Akan, Timur Soykan, Tolga Balcı, Tolga Kaan Ateşli, Tugay Can, Tugay Candan, Tuğba Özer, Uğur Can Biçer, Uğur Koç, Uğur Şahin, Uğurcan Yıldız, Umut Yıldız, Ümit Kartal, Yadigar Aygün, Yağmur Kaya, Yağmur Tan, Yaprak Akbaba, Yasin Akgül, Zarife Çamalan, Zehra Özdilek, Zeynep Çelik, Zeynep Kuray, Zülal Koçer.
(AO/FD)