Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê Dogan Kaynak û nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) Elîf Baybûrtê giliyê polîsan kirin.
Di 3yê Îlonê de li Navenda Kartalê ya Stenbolê, xizmên girtiyan xwestibû çalakiyekê li dar bixe. Polîsan destûr nedabû wan û di vê demê de derb li Doganî dabûn û Baybûrt jî desteser kiribûn.
Baybûrt û Kaynakî di gilînameyên xwe de diyar kirine ku polîsan erkên xwe ji bo tiştên xirab bikar anîne, îşkence, kiryarên xirab û heqaret kirine û ew birîndar kirine.
Rojnameger li ber avahiya Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê civîneke çapemeniyê li dar xist. Xizmên girtiyên nexweş, yên girtiyên digel cezayên wan qediyane lê nayên tehliyekirin, Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûsa Pîroglû, Komeleya Rojnamegeran a Dîjle û Firatê (DFG) û Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) piştgirî dan rojnamegeran.
Baybûrt: Ne cara pêşiyê ye ku polîs tundkariyê dikin
Elîf Baybûrtê di civîna çapemeneyiê de axivî û behsa tiştên ku di 3yê Îlonê de hate serê xwe kir. Baybûrtê got, “Em hînî tiştên bi vî rengî bûne, ne cara pêşiyê ye ku ev tişt tê serê me.”
Baybûrtê di dewama axavtina xwe de diyar kir ku tundkariya polîs li rojnamegeran dikin di demên dawiyê de zêde bûye: “Li pêş karên wan rojnamegeran dibin asteng ku dixwazin denê gel, dengê bindestan ragihînin.”
Kaynak: Bi tenê em karê xwe dikin
Dogan Kaynakî jî mîna Elîf Baybûrtê diyar kir ku tundkariya polîsan ne tenê wê rojê bûye û gotiye hema hema her hefte polîs tundkariyê li wan dikin û nahêlin ew karên xwe bikin:
“Ji bo em dîmenên îşkenceyên ku polîs dikin negirin, tên astengkirin. Me bi desteserkirinan, girtinan, ti carî gav bi paş de neavêt, em ê neavêjin. Em bi tenê karê xwe dikin. Em ê di karê îfşakirina îşkenceya polîsan de berdewam bikin.”
Yûrtsever: Çima dixwazin çêkirina nûçeyan asteng bikin?
Ji MKGPyê Dîren Yûrtsever jî di dema civînê de axivî û got: “Divê em vê bipirsin. Çima nahêlin rojnamegereke/î kamera di dest de nûçeyeke rûtîn bişopîne? Gelo li wir çi dibe ku polîs tundkariyê li rojnamegeran dikin, wan desteser dikin. Em dizanin naxwazin li wir çi derkeve holê. Em dizanin ku tundkariyeke bêpîvan li xizmên girtiyan dikin. Bi tenê ez dixwazim vî tiştî ji mirovan re bibêjim. Bila bizanibin ku kesên ji bo mafê wergirtina nûçeyan ê gel, têdikoşin. Raboriyeke 30 salî ya çapemeniya azad heye. Çapemeniya azad, serî natewîne.”
Pîroglû: Hûnê nikaribin çapemeniya azad bêdeng bikin
Parlamenterê HDPyê Mûsa Pîroglû jî axivî û got: Hûnê nikaribin çapemeniya azad bêdeng bikin. Ez ji herkesî re vî tiştî dibêjim: Ez bang li wan malbatan dikim ku li Beykozê, li Tozkoparanê li ber xwe didin, karkerên li mafê xwe digiren, xwendevanên li mafê xwe digerin, ez bang li jinan LGBTI+an dikim. Ev der e a ku dengê we radigihîne. Komeke rojnamegerên ku hûn wan li vir dibînin, ew mirov in ku rastiyên li vî welatî radigihînin. An em ê li bal wan bin an jî em ê bi berdewamî di bin vê zilmê de bijîn. An em ê bi wan re mil bi mil bisekinin an jî em ê li birîna dengê xwe temaşe bikin.”
(HA/FD)