Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Xebatkarên çapemeniya azad ji bo balê bikişînin ser zext, desteserkirin û girtina li ser hevpîşeyên xwe li avahiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xistine.
Rojnamegeran li salona civînê pankarta “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin, em li vir in û li ser karê xwe ne” daliqandine. Gelek rojnamevan di civînê de amade bûne. Parlamenterên HDPê Zuleyma Gulum, Huda Kaya û Parlamenterê CHPê Sezgîn Tanrikûlû jî beşdarî civînê bûne û piştgirî dane rojnamegeran.
Rojnamevan Emre Orman li ser navê rojnamegeran daxuyanî daye û banga bidawîkirina zext, desteserkirin, girtin û sansûrkirina rojnamegeran kiriye.
Ormanî bertek nîşanî desteserkirina nûçegihana ETHAyê Pinar Gayîp û biryara girtina nûçegihana ETHAyê Îsmînaz Temel daye û diyar kiriye polîsan di serdegirtina ofîsa ETHAyê de dest daniye ser hard dîsk, kamerayan, gelek materyalên dîjîtal û 6 hezar û 600 Lîreyê Tirkan.
Em mafê nûçe wergirtinê diparêz in
Ormanî anîye ziman ku Gayip û Temel berê jî gelek caran bi desteserkirin û zextan re rûbirû mane û gotiye: “Operasyona dawî nîşanî me da ku îqtîdar çiqas ji dengê rastiyê ditirse. Em rojnamevan di wê ferqê de ne ku ev êriş ne cara ewil e û ne jî cara dawî ye. Em li dijî berevajîkirina mijaran û rojevê ya îqtîdar û medyaya wê mafê wergirtina nûçeyên rast a xelkê diparêzin. Ji bo em vî mafî diparêzin jî îqtîdar bi êriş û gefê xwe bi ser me ve tê.”
Tirkiye veguheriye girtîgeha rojnamegeran
Ormanî destnîşan kiriye ku nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Adnan Bîlen, Cemîl Ûgûr, nûçegihana JinNewsê Şehrîban Abî, rojnamevan Nazan Sala li Wanê ji ber çêkirina nûçeyên du welatiyên ji helîkopterê hatin avêtin, nûçegihanê MAyê Mehmet Aslan jî ji ber nûçeyên çêkiriye hatine girtin. Orman diyar kiriye ku Tirkiye veguheriye girtîgeha rojnamevanan û niha li Tirkiyê herî kêm 90 rojnamevan girtî ne û di dinyayê de yek ji welatên herî zêde lê rojnamevan girtî ne Tirkiye ye.
Orman wiha gotiye: “Em rojnamevanên xwedî dîrokek bi rûmet in. Em dengê kesên li ber xwe didin û serê xwe natewînin. Tu niyetek me ku em ê serê xwe bitewînin jî nîne. Em bang dikin û dixwazin hevalên me binçavkirî û girtî bila demildest werin berdan.”
Ji Edîtorên ETHAyê Nadiye Gurbuz jî diyar kiriyw ku polîs weke dizekan bi ser buroya wan de girtiye û dest danîne ser gelek materyalên wan. Gurbuzê destnîşan kiriye ku desthilat ji nûçe û agahiyên ew didin aciz e û lewma jî tola xwe ji rojnamevanan hiltîne.
Emê heqîqetê binivîsin
Nûçegihanê Ajansa Mezopototamyayê Nacî Kaya jî destnîşan kiriye ku hefteyek berê hevkarê wan Mehmet Aslan hatiye girtin û polîsan di serdegirtina mala wan de pirtûk û têbiniyên nûçeyan wek “delîlên sûc” dîtine û ev jî êrişa li ser azadiya xweîfadekirinê ye. Kayayî anîye ziman ku ew ê li dijî zext û girtinan di bin çinara Mûsa Anter a ku kokên xwe berdaye her deverê bixebitin û di her mercan de dengê heqîqetê binivîsînin û ragihînin.
HDP û CHPyê piştgirî dane çapemeniya azad
Parlamentera HDPê Zuleyha Gulum û Parlamenterê CHPê Sezgîn Tanrikûlû jî axivîne û destnîşan kirine ku çapemeniya azad dengê wîjdan, edalet, demokrasiyê û azadiyê ye û ew ê her piştgiriya xebatkarên çapemeniya azad bikin. (AY)