Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Beheshta Arghnad, bêjera Tolo Newsê, weke rojnamegereke jin, di weşana zindî de bi nûnerekî Talîbanê re hevpeyvîn kiriye û pirsên xwe jê kiriye.
Bi gotina CNN Internationalê karekî gelekî xeter kiriye ku gelek kesan xeyal nedikir. Her weha Arghandê hevpeyvînek bi Malala Yousafzaî, Xelatgira Nobelê re jî kiriye ku Talîbanê li Pakistanê hewl dabû wê bikuje.
Lê digel ku Talîbanê gotibû jin wê bikaribin “li gorî yasayên îslamî kar bikin” û “li gorî çanda” Afganistanê destûrê bidin azadiya çapemeniyê, Arghandê jî weke gelek hempîşeyên xwe dest ji welatê xwe berda.
Beheshta Arghandê ji CNNê re gotiye, “Ger Talîban gotinên xwe, sozên xwe pêk bîne, rewş baş bibe û ez bizanibim ewlehiya min heye û ji bo min xetere nîne, ez ê vegerim welatê xwe, ez ê xebata xwe ya ji bo gelê xwe û welatê xwe dewam bikim.” (PT/FD)