Fotograf: TGS
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ozge Uyanik, nûçegîhana Yol TVyê ya ku polîsan di 1ê Gulanê de bi sedema rêbernameya Emniyetê ew asteng kiribûn, îro girilê polîsan kiriye. Uyanik tevlî rêvebirya Enqereyê ya Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS) çûye Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê û daxwaznameya xwe pêşkêş kiriye.
Uyanıkê Mehmet Aktaş, Midûriyê Giştî yê Emniyetê bi wî tiştî tohmet kiriye ku “fermana dijqanûnî daye”. Her weha giliyê wan polîsên ku bi sedema vê genelgeyê ew asteng kirine jî bi tohmeta “gef lê xwarine”, “ziyan gîhandine mal û milkan”, “erka xwe ji bo tiştên nebaş bikar aniye”, kiriye.
Bixwîne - Baroya Enqereyê li dijî 'rêbernameya' Emniyetê doz vekiriye
Alîcan Uludag, rêveberê TGSya Enqereyê, Melîha Selvi, Parêzera TGSyê, Gamze Taşçier, Parlamentera Partiya Gel a Komarê (CHP) ya Enqereyê û rojnameger Rahmî Yildirim jî li gel Uyanikê çûne Edliyeya Enqereyê. Komê beriya gilîkirinê, li ber edliyeyê civîneke çapemeniyê li dar xistiye.
Alîcan Uludagî li vir gotiye ku li Tirkiyeyê êrîşeke birêkûpêk li ser rojnamegeran heye û rojnameger êdî nikarin li vê qadê karê xwe bikin.
Ozge Uyanikê jî gotiye ku “her li ku bibe bila be, ew ê tomarkirina pêkanînên dijmirovî, dijhiqûqî û binpêkirina mafan dewam bikin. Em karê xwe dikin. Dema em karê xwe dikin em naxwazin li qada civakî di karmendên dewletê me asteng bikin.”
Melîl Selvî, parêzera TGSyê jî diyar kiriye ku rêbername li dijî Destûra Bingehîn e û bê şik û guman wê Şûreya Dewletê wê betal bike.
Çi bûbû?
Mehmet Aktaş, Midûrê Giştî yê Emniyetê di 27ê Nîsanê de rêbernameyek weşandibû û gotibû di dema bûyerên civakî û edlî de tomarkirina deng û dîmenan qedexe ye.
Li gorî vê rêbernameyê kesên dîmen û dengên polîsan tomar bikin wê werin astengkirin û karûbarên îdarî ji bo wan were destpêkirin. Her weha rê li ber wî tiştî wê veke ku midaxele li kesên gumanbar bikin.
Midûriyetê gotiye wan biryar bi sedema ku “nependîtiya jiyana taybet binpê dike” daye.
Piştî rêbername weşiya, polîsan êrîşî Ozge Uyanik, nûçegîhana Yol TVyê kiribûn ku Li Enqereyê çalakiyên 1ê Gulanê dişopand. Polîsan bi gotina “dîmenan nekişîne” xwestibû asteng bikin. Uyanikê ji polîsan pirsî bû û gotibû “li gorî çi?”, polîsan jî gotibû “duh rêbername weşiyaye”. Digle ku Uyanikê karta xwe ya çapemeniyê nîşanî wan debû jî polîsan telefona Uyanikê avêtibûn erdê û xwestibûn vîdeoya kişandiye, jê bibin. (HA/FD)