Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Bi wesayiteka bombe lê hatî kirin êrîş mli rojnamegera mûxalif ya ji Maltayê, Daphne Caruana Galiziayê hat kirin, rojnamegera Maltayî di êrîşê de mir.
Duhî siet 15.00ê wesayitek li ber deriyê mala Daphne Caruana Galiziayê hat teqandin.
Rojnamegera 53 salî li rojnameya Malta Independentê nivîskarî dikir. Piştî ku rojnamegera berbehs li ser gendelîyê nûçe çêkirin hesabên wê yên li banqeyan hatin sekinandin.
Rojnameya Malta Independentê bi daxuyaniyeka nivîskî eşkere kir ku êrîşa hatî kirin êrîşeka li demokrasî, azadiya xwe-îfadekirinê û rojnamegeriyê ye.
Serokwezîrê Maltayê got: “Îro ji bo azadiya xwe-îfadekirinê rojeka reş e.”
Herweha serokwezîrî eşkere kir wan ji FBIyê xwestiye ew li ser bûyerê lêkolînê bike.(ÇT/MB)
*Me agahiyên di vê nûçeyê de ji Malta Todayê berhev kir.