Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Deh karkerên ku ji bo wergirtina mafên xwe li Şantiyeya Navenda Fînansê ya girêdayî YDA Groupê ya li navçeya Ataşehîrê li ber xwe didan, hatine desteserkirin. Her wiha rojnameger Zeynep Kûray dema çalakî şopandiye hatiye desteserkirin.
Karkerên înşaetê li ber Emlak Konut GYOyê çalakiya xwe ya li dijî şert û mercên kar û mafên wan ên nayên qebûlkirin berdewam kirin ku rojek berê çalaki dabû destpêkirin.
Di encama mudaxeleya polîsan de gelek karker hatin desteserkirin, rojnameger Zeynep Kuray jî ku ji bo şopandina nûçeyê li herêmê bûye, hatiye desteserkirin. Kurayê derbarê desteserkirinê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyam belav kiriye.
Rêxistinên pîşeyî: Hevpîşeyê me demildest azad bikin
Rêxistinên pîşeyî têkildarî desteserkirina rojnameger Zeynep Kûrayê bertek nîşan dane û xwestine hevpîşeya wan were azadkirin.
Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê(TGS), DISK Basin Iş û Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas(RSF) bertek nîşandane û xwestine rojnameger Zeynep Kûray serbest bê berdan.
Kûray serbest bûye
Kuray piştî îfadeya li midûriyeta polîsan hatiye berdan. Li ser Twitterê wiha gotiye: "Ez ji qereqolê hatim berdan. Patronên Emlak Konut GYOê bi handana polîsekî sivîl bi îdiaya ku min 'Zirar daye milkên dewletê' gilîyê min kirine.
(AY)