Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
nûçegihana rojnameya Birgünê Zeynep Kuray piştî îfade da dozgeriyê serbest ma ku duh hatibû desteserkirin.
Kuray duh saet 22.00ê ji hêla polîsên têkoşîna dijterorê hatibû desteserkirin û ew biribûn Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê.
Tamer Doğan parêzerê Kurayê ji bianetê re got ku, biryara desteserkirin û destdanînê ya ku rê wan dane “parvekirinê Facebookê” weke sûc nîşan daye. Doğan diyar kir ku beriya niha di lêpirsînên bi vî awayî de bêhtir “parvekirinên medyaya civakî” weke sedema desteserkirinê dihatin nîşandan.
Kuray bi hinceta wan nîvêsên ku tê îdiakirin di Facebookê de par ve kiriye û bi “propagandeya rêxistinê” tê sûcdarkirin.
Polîsan di dema lêgerînê de dest daniye ser komputer û telefona Kurayê.
Doğanî destnîşan kir ku ji bo desteserkirina rojnamegerekê wesayita bi navê Shortland a weke “Dûpişk” tê binavkirin anîne û ev jî tiştekî seyr e.
Tamer Doğanî aşkere kir ku li gorî agahiya dane wî Kuray ji bo îfadeyê bide dozgeriyê wê îro bibin Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê.
Zeynep Kuray di 20ê Kanûna Pêşiyê ya 2011yê de di encama operasyona bi navê “KCKyê” de hatibû desteserkirin, piştî çar rojan hatibû girtin û di 26ê Nîsana 2013yê de hatibû tehliyekirin. (AS/FD)