Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rojnameger Zemo Aggoz-Yîgîtsoy ji aliyê dozgeriyê ve bi şertê zîndanîkirina li malê serbest hatiye berdan.
Aggoz-Yiğitsoya ku dayika pitika 48 rojî ye, neçar bû ku her du saetan carekê zaroka xwe bimêjanda.
Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zemo Aggoz ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Enqereyê de di 25ê Çiriya Pêşiyê de di serdegirtina mala xwe de hatibû desteserkirin, piştî îfadeya li Emniyeta Enqereyê ku 3 saetan dewam kiriye birine Edliyeyê.
Bixwîne- Di encama serdegirtinan de 12 rojnameger hatine desteserkirin
Di dema îfadeyê de pirsên weke hevpîşeyên wî kî ne û derbarê nûçeyên wê de tişt jê pirsîne. Ji aliyê Dadgeriya Cezê û Aştiyê bi şertê zîndanîkirina li malê û kontrola edlî serbest bûye.
Bixwîne- 11 Rojnamegerên desteserkirî birine Enqereyê û dema desteser kirina wan dirêjkirine
Di derketina edliyeyê de Aggoz – Yigitsoyê diyar kiriye û gotiye, "Em hemû rojnameger in, hemû hevalên hatine desteserkirin jî rojnameger in. Me careke din diyar kir ku rojnamegerî ne sûc e. Em dixwazin hevalên me di zûtirîn demê de bên berdan. Spas ji bo hevgirtina we hemûyan."(AO/AY)