Rojnameger Zehra Doganê wêneyên ku li girtîgehê xêz kiriye şandiye
![Rojnameger Zehra Doganê wêneyên ku li girtîgehê xêz kiriye şandiye](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/204/996/original/wene.jpg)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rojnameger û Wênesaza girtî Zehra Dogan, tevlî girtiya nexweş Sîsê Bîngol û pitika bi nave Dêrsim li girtîgeha Tarsûsê di heman qewîşê de dimînin.
Doganê ji bianetê re sê wêneyên xwe şandiye û balkişandiye ser rewşa tenduristiya girtiya nexweş Sîsê Bîngol. Zehra Doganê gotiye, pirsgirêkên tenduristî yên Bingolê zêde bûye û divê demildest bê tehliye kirin.
Doganê ji girtîgehê sê wêne û du fotografên xwe ji bîanetê re şandiye. Di fotografekî de tê dîtin ku Zehra Dogan wêneyekî xêz dike.
Di duyem fotografê ku Doganê şandiye de jî pîrtirîn girtiya qawîşê dayîka Sîsê û piçûktirîn pitika girtî Dersîm a 2 salî heye.
Doganê piranî bi materyalên ku di girtîgehê de peyda kiriye boyax çêkiriyê. Wêneyên ku Zehra Doganê ji bianetê re şandiye ev in:
Çi bûbû?
Zehra Dogan dema ku ji Amedê ber bi Mêrdînê ve diçû li ser rêyê hat girtin. Zehra Dogan edîtora JINHAyê(Ajansa Nûçeyan a Jinan) bû. JINHA bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnan de hatibû girtin.
Li gor nûçeya dihaberê dadgehê ji bo Doganê biryara girtinê daye.
Ji ber karê wê yê rojnamegeriyê û parvekirinên wê yên di medyaya civakî de Zehra Dogan bi sûcê "propagandaya ji bo terorê" hatibû sûcdarkirin.
Zehra Doganê ji ber ku di wê dema li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê derketina derve qedexe bû de, wêneyek xêz kiribû û notên zarokeka 10 salî kiribû nûçe 2 sal 9 meh û 22 roj cezayê girtinê xwaribû.
Zehra Dogan kî ye?
Di sala 1989ê de hatiye dinê. Li Zanîngeha Dîcleyê, Beşa Dersdêriya Nîgakêşiyê xwend. Ji destpêka avakirina JINHAyê ve(2012) vek nûçegihan û edîtor li wê derê dixebitî. (EMK/AY/FD)
* Abdulselam Yildirimî ev nûçe ji tirkî wergerandiye
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN HEZÎRAN 2024
Mêran di Hezîranê de 34 jin kuştin
![Mêran di Hezîranê de 34 jin kuştin](https://static.bianet.org/haber/2024/07/02/erkekler-haziranda-34-kadini-oldurdu.jpg)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN GULAN 2024
Mêran di Gulanê de 40 jin kuştin
![Mêran di Gulanê de 40 jin kuştin](https://static.bianet.org/haber/2024/06/06/men-killed-40-women-in-may.jpg)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN NÎSAN 2024
Mêran di Nîsanê de 24 jin kuştin
![Mêran di Nîsanê de 24 jin kuştin](https://static.bianet.org/haber/2024/05/07/erkekler-nisanda-30-kadini-oldurdu.jpg)
Polîsan gaz û guleyên plastîk li karkeran reşand: Komîteya Amadekar çalakî bi dawî kir
![Polîsan gaz û guleyên plastîk li karkeran reşand: Komîteya Amadekar çalakî bi dawî kir](https://static.bianet.org/haber/2024/05/01/emek-meslek-orgutleri-sarachane-den-taksim-meydani-na-yuruyecek.jpg)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN ADAR 2024
Mêran di Adarê de 24 jin kuştin
![Mêran di Adarê de 24 jin kuştin](https://static.bianet.org/haber/2024/04/03/erkekler-martta-24-kadini-oldurdu.jpg)