Fotograf: Rojnameya Aftonbladetê
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rojnameger, nivîskar û rêxistinên çapemenî û weşangeriyê yên swêdî daxuyaniyek weşandiye. Wan di daxuyaniyê de bal kişandiye li ser daxwaza Tirkiyeyê ya li beramberî serlêdana Swêdê ya ji bo bikaribe bibe endamê NATOyê. Rojnameger û nivîskaran gotiye: “Ti weşangerî radestî Erdoganî nekin.”
Tirkiyeyê ji Swêd û Fînlandiyayê xwestibû ku li beramberî serlêdana wan a endamtiya NATOyê, 9 kesan radestî wan bike.
Rojnameya Aftonbladetê ya Swêdî daxuyaniya hevbeş weşandiye û bibîr xistiye ku Tirkiye ji bo endamtiya Fînlandiya û Swêdê ya NATOyê pesend bike, hin daxwaz pêşkêş kirine. Yek ji van daxwazan jî radestkirina hin nivîskar, rojnameger û weşangerên Tirkiyeyî ye ku xwe spartine Swêdê.
Nivîskar û rojnamegeran di daxuyaniyê de gotiye ku ev daxwaz “ne tenê ji nava kesên bi armanca azadiya çapemenî û xweîfadekirinê kar dikin de, her weha di nava hemû Swêdê de endîşe û acizbûneke mafdar ava kiriye.”
Di berdewama daxuyaniyê de gotine, “Êdî ne tiştekî veşartiye ku Serokomar Erdoganî demokrasî ji holê rakiriye û serweriya hiqûqî di raboriyê de maye.”
Kesên ku metna hevpar îmze kirine ev in
- Robert Aschberg, Serokê Kuluba Weşangeran
- Kurdo Baksi, Nivîskar
- Jesper Bengtsson, Serokê PENa Swêdê
- Anders Q Björkman, Alîkarê Seredîdorê Serwîsa Çandê yê Svenska Dagbladetê
- Helena Giertta, Berpirsa Giştî ya Weşanê ya Journalistenê
- Göran Greider, Nivîskar û Berpirsê Giştî yê Weşanê yê Dala-Demokratenê
- Erik Halkjaer, Nûnerê RSFyê li Swêdê
- Alex Haridi, Serokê Komeleya Nivîskarên Lîstikan ê Swêdê
- Ulrika Hyllert, Seroka Komeleya Rojnamegeran a Swêdê
- Lisa Irenius, Dîrektora Serwîsa Çandê ya Svenska Dagbladetê
- Lisa Nilsson, mujîkjen, nivîskar
- Özz Nûjen, Lîstikvan
- Karin Olsson, Dîrektora Serwîsa Çandê û Alîkara Derhênerê Weşanê ya Expressenê
- Karin Pettersson, Dîrektora Çandê ya Aftonbladetê
- Agneta Pleijel, Nivîskar
- Grethe Rottböll, Seroka Komeyela Nivîskaran a Swêdê
- Björn Wiman, Dîrektorê Çandê yê Dagens Nyheterê
(SD/FD)