Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Îsal Festîvala Azadiya Înternetê ya 5. tê pêkanîn. Festîval li bajarê Valenciayê yê Îspanyayê tê pêkanîn. Ji bo festîvalê ji 130 welatan zêdetirî 1000 rojnameger û mafparêz kom bûne.
Festîvalê ji 1ê Nîsanê dest pê kiriye û dê heta 5ê Nîsanê bidome. Di heman demê de 200 bername dê li ser rêlibergirtina sansûr, taciza online, belokirina(kontrola derveyî destûrê) dîjîtal hene.
Civînên duhî li ser dezenformasyon, têkoşîna li dijî nûçeyên derew, nexşeya rêyên şopandina dîjîtal ya hikumetan,piştevaniya rojnamegerên di bin êrîşan de ne,bandorên ekonomîk yên sansûra dîjîtal, parastina daneyan, taciza onlina ya li rojnamegeran, rêzkirina teknolojiyên mixalif, ji bo mafparêzan ewlehiya femînîst bûn.
Di roja duyem a Festîvala Azadîya Dîjîtal de 56 civîn dê bêne pêkanîn. Ji bo dîtina bernameya Festîvala Azadîya Dîjîtal bitikîne.
(EG/MB)