Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê derbarê nivîskarê T24ê rojnameger Tolga Şardanî de lêpirsîn da destpêkirin. Her weha serdozgeriyê lêpirsîn ji bo nivîsa Şardan ya bi sernava "Di 'rapora darazê' ya ku MÎTê pêşkêşî Serokomariyê kiriye de çi heye?" daye destpêkirin.
Serdozgeriyê Şardan bi îdiaya ku "bi eşkereyî agahiyên xapînok ji bo raya giştî belav kiriye (TCK 217/A)" sûcdar kir. Ev qanûn li gel qanûna sansurê li Qanûna Cezê ya Tirkan(TCK) hatibû zêdekirin.
Di çarçoveya lêpirsînê de Şardan ji mala xwe ya li Enqereyê hat desteserkirin. Polîsan li mala Şardan lêgerîn pêk anîn.
Polîsan piştre Şardan birin Edliyeya Enqereyê, ji bo bi Sîstema Deng û Dîmenî(SEGBÎS) îfadeyê bide Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê.
Piştî agahiya desteserkirina Şardan, Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglû bi parvekirina xwe ya li ser Xê piştgirî da Şardan û gotiye, divê demildest ji vê biryare vegerin.
(HA/AY)