Sînan Aygul, Serokê Cemiyeta Rojnamegeran a Bedlîsê vê sibehê ji bo tevlî danişîna doza xwe bibe çûye Edliyeya Bedlîsê û li wir hatiye desteserkirin. Ji ber ku derbarê wî de biryara zeftkirinê hebûye hatiye girtin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Aygul ji ber ku di sala 2014an de nûçeya têkildarî Projeya Enerejiya Jeotermal a 450 milyon dolarî derheqê Parlamenterê AKPê yê Bedlîsê yê wê demê Vahît Kîlerî de çêkiribû û di nûçeyê de jê re gotibû, “Siyasetmedarê fêlbaz” ceza lê hatibû birîn.
Her weha hatiye zanîn ku cezayê rojnameger Aygul hatiye erêkirin û ji ber vê yekê girtine.
Piştî biryara girtinê, parêzerê Aygul, Burhan Aksoyî daxuyanî daye û diyar kiriye ku cezayê hatiye birîn li dijî azadiya çapemenî û derbirînê ye û gotiye: “Miwekîlê min cezayê pereyê edlî ranezand û vî cezayî qebûl nekir. Ev biryara jî ji bo teşhîrkirinê girtibû. 1500 lîre cezayê pere dike 75 roj cezayê girtîgehê dike. Heke ev ceza bê razandin, dê were berdan. Dema razandina pere û dê çiqas ceza bidome ev li ser biryara miwekîlê min maye.” (AY)