Li Herêma Kurdistana Iraqê ji 25ê Çiriya Pêşiya 2023an ve tu agahî ji rojnameger û edîtorê beşa Erebî yê ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed nayê girtin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê edîtorê beşa erebî yê ajansa ROJNEWSê Silêman Ehmed roja 1ê Çirirya Pêşiyê ji bo serdanê çûye cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Her weha Silêman Ehmed roja 25ê Çiriya Pêşiyê de dema xwest li deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDKê ve hatiye revandin û ev 29 roj in agahî jê nayê girtin.
6 roj piştî windabûna Silêman Ehmed, emniyeta serbi PDKê ya Dihokê daxuyanî dabû û îdia kir ku “Tu eleqeya Ehmed bi rojnamegeriyê nîne.” Bi daxuyaniyê re eşkere bûbû ku wan Ehmed desteserkirine.
Ji roja Ehmed hatiye desteserkirin heta niha tu agahî jê nayên girtin. Têkildarî desteserkirinê ne malbata wî û ne jî parêzerên wî tên agahdarkirin.
(AY)