Li Herêma Kurdistana Iraqê ji 25ê Çiriya Pêşiya 2023an ve tu agahî ji rojnameger û edîtorê beşa Erebî yê ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed nayê girtin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê edîtorê beşa erebî yê ajansa ROJNEWSê Silêman Ehmed roja 1ê Çirirya Pêşiyê ji bo serdanê çûye cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Her weha Silêman Ehmed roja 25ê Çiriya Pêşiyê de dema xwest li deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDKê ve hatiye revandin û ev 17 roj in agahî jê nayê girtin.
Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDKê ya Dihokê bi daxuyaniyeke berovajîkirin û nerast gotin ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniye’ û bi eşkere gefa cezakirinê li rojnamevan Ehmed kirin û îtiraf kirin ku wan revandine.
Hat diyarkirin ku Silêman Ehmed nêzî 5 sal in di beşa erebî ya ROJNEWSê de wek edîtor dixebite.
ROJNEWS'ê tewanbariya Emniyeta Dihokê şermezar kir û xwest aqûbeta Ehmed were eşkerekirin.
(AY)