Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rojnameger Sezgîn Kartal hatiye girtin. Polîsan di 10ê Kanûna Paşiyê de girtibûn li ser mala Kartalî ya li Stenbolê û ew desteser kiribû.
Kartal di saetên sibê de birine Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê ye û dozgerî îfadeya wî wergirtiye. Dozgerî bi tohmeta ku "endamê rêxistinê ye" daxwaza girtina wî kiriye û ew şandiye ber dadweriya aştî û cezayan.
Dozweriyê jî biryara girtina wî daye.
Li ber avahiya edliyeyê, saziyên elewiyan û Tevna Piştgiriyê ya Rojnamegeran (GDA) civîneke çapemeniyê li dar xistiye û bertek nîşanî girtina Kartalî daye.
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serpîl Kemalbay, rojnameger, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl beşdarî civînê bûne.
Li ser navê GDAyê Atakan Sonmez axiviye û bibîr xistiye ku Kartal di 10ê Kanûna Paşiyê Roja Rojnamegerên Kar Dikin de hatiye desteserkirin: "Rojnameger û Kartal, bi salan e ji bo rastiyan ragihînin karên xwe dikin. Ji ber ku vî tiştî dikin, zext û zordarî li wî dibe. Bi salan e bi rengekî azad rojnamegeriyê dike û mafê wergirtina nûçeyan a gelî diparêze. Ji ber wê dixwazin wî bigirin. Li vî welatî wê rastî bi ser bikeve."
Paşê nûnerên saziyên elewiyan û Parlamentera HDPyê Serpîl Kemalbay axiviye. (EMK/FD)