Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weşanê dike, Seyît Evran du caran krîza dil derbas kir. Evran di 22ê Îlonê de li nexweşxaneya lê dihat dermankirin koça dawî kir.
Yekitiya Ragihandina Azad-YRA dê îro li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo ji bo Seyît Evran daxuyaniyeke çapemeniyê bide.
YRAyê di daxuyaniya xwe de got, "Em hemû dost û hevalên xwe yên rojnamevan vedixwînin daxuyaniyê."
Pirtûkek Rojnameger Seyît Evran a bi navê “Hayatın Kıyısına Yolculuk(Rêwîtiya ber bi qiraxa jiyanê,2015) ji aliyê Weşanên Aramê ve hatiye çapkirin.
Hevserokê YRAyê Dilyar Cizîrî di daxuyaniyê de weha gotiye:
Hevalê me Seyîd Evran jî mîna têkoşerên çapemeniya azad yên wekî Apê Mûsa, Gurbetellî Ersoz, Xelîl Dag, Nûjiyan Erhan, Deniz Firat, Dilîşan Îbîş û bi dehan şehîdên din di rêya heqîqet û azadiyê de bû meşalek ku rêya me ronî dike. Ji şopdarên riya ronîkirinê mîrateyek mezin hiştiye. Em jî weke şopdarên şervanên pênûsa azad soza mezinkirin û berfirehkirina vê têkoşînê û heqîqetê didin. Rêya wan wê her tim me ronî û zana bike.”
(VC/AY)